Gelo AKP rewşa awarte mayînde dike?  

Ji qelemşorên AKP'ê Abdulkadîr Selvî got, rewşa awarte dikare bibe mayînde û ji bo vê 'Qanûna têkoşîna li dijî terorê' ya ji 30 xalan pêk tê, hatiye amadekirin.

Tê payîn ku Rewşa Awarte ya li Tirkiye û Kurdistanê 18'ê Tîrmehê biqede. Lê belê tê gotin ku wê li şûna rewşa awarte 'Qanûna têkoşîna li dijî terorê' ya ji 30 xalan pêk tê, bikeve meriyetê. 

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdûlkadîr Selvî ku qelemşorê AKP-Qesra Erdogan e, di kuncika xwe ya rojnamê de nivîsî ku wê ev pêşnûme hefteya bê li meclîsê bê gotûbêjkirin. Selvî di gotara xwe de dibêje, "Di heyama nû de rakirina Rewşa Awarte pêşketineke erênî ye. Lê ji bo ku metirsiya FETO û PKK’ê didome, li Sûriye û Iraqê operasyon didomin tê armanckirin ku valatiya zagonî pêk neyê. Ji bo wê jî pakêteke ji 30 xalan a têkoşîna li dijî terorê, tê amadekirin."

"Dibe ku nîqaşên ‘Rewşa Awarte tê mayîndekirin’ bên kirin. Dema Fransayê rewşa awarte rakirî, rêkûpêkiyeke mîna vê kiribû. Dema rewş asayî bû jî wê rêkûpêkiyên nû çêbibin, an na nizanim. Lê belê di zagonê de xalên mîna, rewşa awarte ya qismî, demborî qedexekirina derketina kolanan, bi hinceta ewlehiyê qedexekirina xwepêşandan û çalakiyên girseyî yên bajaran, dirêjkirina dema destgîrkirin û girtinan tên bicihkirin. Tê payîn ku ev zagona ji 30 xalan pêk tê roja çarşemê bê meclîsê û hefteya pêş jî bibe zagon."