Gelên Swîsreyê: Efrîn bi tenê nîne

Bi hezaran mirovên ji gelên cuda li bajarê Zurichê yê Swîsreyê li hev civiyan û gotin, "Efrîn bi tenê nîne."

Bi hezaran mirovên ji gelên cuda li bajarê Zurichê yê Swîsreyê li hev civiyan û gotin, "Efrîn bi tenê nîne."

ZURICH: Bi wesîleya 24'ê Adarê Roja Efrînê ya Cîhanê bi hezaran Kurdistanî tevî dostên xwe li Helvetiaplatzê li hev civiyan. Çalakgeran bi qîrîna dirûşma "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" dest bi meşê kirin. Di meşê de dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê bi tundî hate şermezarkirin û ji Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî hate xwestin ku li dijî dewleta Tirk tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Piştî meşa ji 3 kîlometreyan girseya gle li Helvetiaplatzê vegeriya û mîtîngek pêk anîn. Bi navê NCDK a Swîreyê Serhat Amed axivî û got, "Têkoşîn û berxwedana me dewam dike. Divê em ji niha û pê ve hê bi xurtî xwedî li berxwedanê derkevin." Piştre bi navê Platforma Piştevaniya Efrînê ya Swîsreyê daxuyanî hate dayin û hate gotin, "Me şoreşa Rojava bi hev re afirand, em ê bi hev re biparêzin. Em bang li gelan dikin ku xwedî li têkoşîna rewa ya gelê Efrînê derkeve."

BIEL: Li bajarê Bielê jî çalakiyek hate lidarxistin û dagirkeriya dewleta Tirk hate şermrezarkirin. Girseya gel ku piraniya wan Swîsreyî bûn li navenda bajêr li hev civiyan û bi hildana alên aştiyê, lenet li dagirkeriya dewleta Tirk anîn.