Gelên Rojhilata Navîn û Anatolya li Brukselê gihiştin hevdu
Gelên Rojhilata Navîn û Anatolya li Brukselê gihiştin hevdu
Gelên Rojhilata Navîn û Anatolya li Brukselê gihiştin hevdu
Ji çar konferansên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah peşniyar kiribû ya sêyemîn li paytexta Belçîka Brukselê bi tevlîbûna 400 kesan pêk hat. Di roja yekemîn a konferansê de bi taybet daxwaz û nêrînên gelên Rojhilata Navîn û yên Anatolya yên li Ewropayê xebatan bi rê ve dibin derketin pêş.
Di konferansa ku nêzî 60 nûnerên saziyan amade bûn de di beşa roja şemiyê ya konferansê de nêzî 50 delegeyan axaftin kirin. Nûnerên civakên Ermenî, Asurî-Suryanî, Pontus-Rum, Arap, Çerkez û Laz; her wiha nûnerên saziyên ji baweriyên Elewî, Misliman, Xrîstiyan û Êzîdiyan têkildarî pêvajoya çareseriya demokratîk nêrîn, rexne û daxwazên xwe anîn ziman.
JI ERMENIYÊN DÊRSIMÊ REXNE
Di axaftina hevpar a li ser navê Ermeniyên Dêrsimê Hovsep-Hayrenî ve Bogos Mouradîan de ku hat gotin, “Di pirsgirêka Kurd de çareseriya demokratîk daxwaza me hemûyan e”, têkildarî pêvajoya çareseriyê ya di navbera Kurdan û hikûmeta AKP’ê de rexne hatin ziman. Heyranî û Mouradîan ku gotin, “Ji destpêkê ve çi ji ber tarzê wê çi jî ji ber muhtevaya wê ya polîtîk destûr nade em bi hêvî nêzî pêvajoyê bibin.”
Nûnerên Ermeniyên Dêrsimê nêzîkatiyên xwe yên ji bo pêvajoya çareseriyê û daxwazên xwe yên ji bo konferansê jî wiha anîn ziman: “Ji bo Kurdan mafê tayinkirina çarenûsa xwe divê mirov rast fêm bike. Em jidil ligel gelê Kurd in. Em dixwazin di têkoşîna azadiyê de bi ser bikevin. Lê belê feraseta ku tu statuyan qebûl nake mîna ji koletiyê re razî ye. Em hêvîdar in, pêşniyarên cuda û nasnameyên xweser ên di vê di vê mijarê de di pêvajoya muzakereyan de werin temsîlkirin."
Ji bo bikeve encamnameya konferansê jî Ermeniyên Dêrsimê du daxwaz kirin:
-Muzakereya ji bo çareseriyê di navbera heyetên xwedî berpirsiyartiya siyasî de bi awayekî zelal bên birêvebirin.
-Tirkiye pêwîst e di serî de qirkirina Ermenî û Sûryaniyan a sala 1915’an de û bi tevayî sûcên mirovatiyê yên di dema me ya nêz de rû bi rû were û bersivê bide bendewariyên gelên mexdûr.
Di roja yekemîn a konferansê de ji Komeleya Parastina Ziman û Çanda Lazan (LAZEBURA) Nurten Antunbaş-Alpaslan ku bi ziman Lazî axivî got ku dema ez bi zimanê Lazî axivîm mîn xwe dît û da xuyakirin ku daxwazên li vir tên ziman daxwazên wan e jî.
Alpaslan di axaftina xwe de got ku Kurd dibêjin, “Laz Kurdên ku derya dîtîne” û bi ken wiha berdewam kir: “Ne wisa ye. Hûn ên me yên ku we derya nedîtiye.”
Ji federasyona Yewnaniyên Pontusî yên Ewropa Dîmîtrîos Konstanîtîs, got, “Ez we mîna hevalên xwe dibînim. Û bi rastî jî ji ber ku ez li vir im şad im.”
Jinên Sosyalîst
Ji Yekîtiya jinên sosyalîst (SKB) Ayşe Yeter jî di axaftina xwe ya konferansê de demokrasiya Ewropa rexne kir û ji bo qetlîama Parîsê were ronîkirin û astengiyên gerê yên li hemberî penaberên siyasî yên li Ewropayê werin rakirin daxwaz kir ku ev mijar bikevin rojevê.
CIVAKA AKADEMÎSYENÊN ÊZÎDÎ
Ji Civaka Akademîsyenên Êzîdî (GAE) Şefîk Tugay wiha got: “Em wek Civaka Akademîsyenên Êzîdî pêvajoya aştiyê ya dîrokî ya di navbera hikûmeta Tirk û Kurdan de silav dikin.”
Di yekemîn roja konferansê de her wiha li ser navê Yekîtiya Mamosteyên Kurd, Elewî, Dayikên Aştiyê, Civaka Mihelmiyan, Karkerên Koçber, Civaka Îslamî ya Kurdistan û hwd. axaftin hatin kirin û daxwaz hatin rêzkirin.