Li Amedê polîsan bi ser mala gelek siyasetmedar û rojnamegeran de girt û 90 kes hatine destgîkirin.
Polîsan serê sibe bi wesayîtên zirxî avêtin ser malan û gelek derî şikandin û ketin malan. Polîsan di serdegirtina malan de di nav de Rojnameger Abdurrahman Gok û Kibriye Evren û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerif Çamçi jî di nav de zêdeyî 100 kes hatin destgîrkirin.
Polîsan bi çekên lûlederêj di ser mala Abdurrahman Gok de girtin û Gok û hevalên wî yên li malê bi li ser zik li erdê dirêj kirin û li malê lêgerîn kirin. Polîsan piştî li mala Gok lêgerîn kir, gelek pirtûk, kovar û amûrên girêdayî Gok desteser kirin. Hat hînbûn ku kesên hatin destgîrkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê.
Rojnameger Semîha Alankuş jî li Stenbolê di serdegirtina malê de hate destgîrkirin. Hat hînbûn ku piştî Alankuş destgîrkirin kirin dê wê bînin Amedê.
Li aliyê din hat hînbûn ku polîs bi wesayîtên TOMA û zirxî li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rawestiya ne.
GELEK KES HATIN DESTGÎRKIRIN
Wezareta Karê Hundir ragihadn ku li Amed, 80, li Stenbol 3, li Wanê 2, li Şirnex 1, li Êlihê 1 û li Mêrsînê jî 1 kes bi awayeke giştî li 8 bajaran 90 kes hatine destgîrkirin.