Gelê wargehê ji bo Rojavayê Kurdistanê meşiya
Gelê wargehê ji bo Rojavayê Kurdistanê meşiya
Gelê wargehê ji bo Rojavayê Kurdistanê meşiya
Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) ji bo şermezarkirina komkujî, ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê û piştgiriya xwe ya ji bo Rojava, ji ber şaredariya wargehê heya Buroya Neteweyên Yekbûyî meşek li dar xist.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem, îro saet 08:00’ê sibehê ji bo şermezarkirina komkujî, girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka û piştgiriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê meşeke girseyî li dar xist. Gel ji ber Şaredariya Wargehê heya Bûroya Neteweyên Yekbûyî meşiya. Meş rastî eleqeyek mezin a gelê wargehê ku hat, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, KJB, PYD, TEV-DEM û pankartên ku li ser ‘Ey mirovatî hûn çima bêdeng in’, ‘Em girtina Deriyê Sêmalka şermezar dikin’ hatin hildan.
Girse bi dirûşmayan ku ket rê dema gihiştin ber Bûroya Neteweyên Yekbûyî, li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Gel Fîlîz Budak ve hate xwendin. Budak di daxuyaniyê de ku bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê wiha got, “Weke em hemû dişopînin Rojavayê Kurdistanê di roja me ya îro de bûye navenda pêşveçûnên siyasî yên Kurdistan û Rojhilata Navîn. Dîsa bi peyama Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan a di Newroz’a 2013’an û şûnde, pêşketinên ku navenda wan Bakurê Kurdistanê jî bandorek mezin li pêşveçûnên Rojhilata Navîn kiriye. Ji ber ku di her du parçeyên Kurdistanê de xeta demokrasî û azadiya gelan bi rê ve diçe, ji aliyê dijminên gelan ve di bin navê demokrasiyê de rastî êrîşan tê. Mînak; hêza tarî ya bi markaya El-Qaîde tê naskirin, ji aliyê her kesî ve weke terorîst tê pejirandin, lê dema ev hêz êrîşî gelê Kurd dike, ji aliyê tu hêzekê ve bertek nayê nîşan dan; berevajî wê dewletên mîna dewleta Tirkiyeyê jêre dibe alîkar.”
Budak her wiha di serî de gelê Kurd, dostên Kurdan, hêzên herêmî û navneteweyî bang kir û wiha dîrêjî da axaftina xwe : “Em wek gelê wargeha Mexmûr ê penaber ku bi salane pirsgirêkên jêdera xwe ji înkar û tunekirina gelê Kurd girtî dijîn, serî de bang li hemû hêz û layenên Kurd dikin da ku her kes bizane pêşeroja Rojavayê Kurdistanê pêşeroja tevayî gelê Kurd e. Lewma bi gelê Rojava re di nav hevkariyê de bin. Dîsa em bang li hemû hêzên navneteweyî û herêmî dikin ku mafê rewa yê gelê Kurd tavilê binasin.”
EM Ê BI HER AWAYÎ JI GELÊ ROJAVA RE BIBIN ALÎKAR
Fîlîz Budak di dawîya axaftîna xwe de ev xalên lî jêr wek daxwaz bi rêzkirin:
1. Xebatên ku ji bo damezirandina Kongreya Neteweyî ya Kurd tên meşandin, em pir bi wate û dîrokî dibînin. Piştî salên dûr û dirêj di vê astê de hatina gel hevdu a Kurdan, ji bo gelê Kurd hêzekê ava dike, lewma em weke wargeh daxwaz dikin ku yek ji biryarên sereke yên Kongreya Neteweya Kurd jî di derbarê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de be.
2. Di demeke wiha dîrokî de nêrîn û daxuyaniyên ku li ser qirkirina Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hinek partî û siyasetmedarên Kurd ve tên dayîn ku dibin sedema sih bikeve ser rewayî û mafdariya têkoşîna Rojava, em rast nabînin û her wisa şermezar dikin.
3. Ji bo alîkariya bi her awayî ya Rojavayê Kurdistanê, çi ji destê gelê Kurd tê, pêwîst e tavilê bi pêşengtiya partî, rêxistin û hemû sazî û dezgehên Kurd, pêk werin.
4. Pêwîst e li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji bo pêwîstiyên gelê Rojava deriyên nû werin vekirin û di heman demê de Deriyê Sêmalka jî bê bikaranîn.
5. Bi rêya vê daxuyaniyê em careke din didin zanîn ku weke gelê wargehê li gor derfetên xwe yên penabertiyê, em ê ji bo Rojavayê Kurdistanê her awayî alîkariyê bikin.
Piştî ku daxuyanî hate xwendin gel bi dirûşmayên “Bijî Rêber Apo”, “Şehîd Namirin” berz kirin û meş bi dawî bû.