Gelê Viyanayê ji bo Efrînê dakete qadan
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi wesîleya Roja Efrînê ya Cîhanê meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi wesîleya Roja Efrînê ya Cîhanê meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Meşê ji ber Parlamenta Awûstûryayê dest pê kir û heta Helmut Zilkplatzê dewam kir.
Di meşê de dirûşmên "Efrîn bi tenê nîne", "Pêşî li qirkirina li Efrînê bigirin", "Efrînê biparêzin", "Tirkiye û dewleta Îslam yek e", "Jin ji bo Efrînê rabin ser piyan", "Pêşî li Erdoğan bigirin", "Bimire faşîzm" hatin qîrîn.
Piştre mîtîngek hate lidarxistin.