Gelê Silêmaniyê ji bo Rojava dimeşe

Gelê Silêmaniyê ji bo Rojava dimeşe

Ji bo piştgiriya ji Rojavayê Kurdistanê re û şermezarkirina komkujiyên li ser gelê Kurd ê Rojava û girtina Sînorê Sêmalka, sibe saet 04:30’an de li bajarê Silêmaniyê, li ser caddeya Salim wê dest bi meşe bikin.

Koma bi navê, Alikarî ji bo Rojava, di daxuyaniya xwe de  ragihandin ku ew ê bi mebesta piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê,  şermezarkirina komkujiyên li ser gelê Kurd û girtina deriyê Sînor ê Sêmalka  ku ji aliyê Hukûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye girtin meşek li dar bixin û van pêkutiyan şermezar bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de komê bang li xelkê Silêmaniyê kir da ku sibe beşdarî meşê bibin.

Meş sibe saet 04:30’an de wê li ser caddeya Salim destpê bike û heya ber Nivîsîngeha Parlamena Kurdistanê dewam bike.