Gelê Rihayê: Nêzîkatiya li Ocalan sedema şer û aştiyê ye
Gelê Rihayê destnîşan kir, nêzîkatiya li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan 'sedema şer û aştiyê ye' û xwest, tecrîda şidandî ya li ser Ocalan derhal bê rakirin û Ocalan azad bibe.
Gelê Rihayê destnîşan kir, nêzîkatiya li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan 'sedema şer û aştiyê ye' û xwest, tecrîda şidandî ya li ser Ocalan derhal bê rakirin û Ocalan azad bibe.
Gelê Rihayê destnîşan kir, nêzîkatiya li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan 'sedema şer û aştiyê ye' û xwest, tecrîda şidandî ya li ser Ocalan derhal bê rakirin û Ocalan azad bibe.
Tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pê çavên tevahiya cîhanê bi awayekî kêfî û dewam dike. Tecrîd ewçend giran bûye, êdî sebra gelê Kurd difûrîne. Gelê Rihayê di vê mijarê de ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ku êdî tecrîd nema tê qebûlkirin.
'BI TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN RE ÊRÎŞ LI GELÊ KURD TÊ KIRIN'
Kadîr Evîn da zanîn, ku tecrîd li Tirkiyeyê li hemberî girtî û hikumxwarên siyasî weke amûreke îşkenceyê tê bikaranîn û got, "Polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê bi tenê li hemberî şexsê Ocalan nayê kirin. Di şexsê Ocalan de bi vê pêkanîna li dijî mirovahiyê re êrîş li hemberî gelê Kurd tê kirin. Herî dawî têkiliya wî bi Heyeta Îmraliyê re jî hat qutkirin. Ji ber ku Ocalan bi şahîdiya me hemûyan, nîşanî her kesî dida bê îro û sibe wê çi çawa biqewime. Ew bi xwe yek ji lîderên kêm tê dîtin e, ku xwedî pêşdîtin û analîzeke xurt e. Lewma hemû têkiliyê pê re qut kirin. Ev nayê qebûlkirin. Ji qutbûna hevdîtinan û vir ve, mîna tecrîda bêhiqûqî ya li Îmraliyê li pêş çavên tevahiya cîhanê tê dîtin ku li Kurdistanê êrîşên çiqasî hovane tên kirin. Pêwîste tavilê bi Ocalan re li dora maseya muzakereyê were rûniştin û Birêz Ocalan azad bibe."
'BILA TECRÎDA LI SER OCALAN DERHAL WERE RAKIRIN'
Samî Bozkûrt da xuyakirin, ku eger bi îzolekirina Rêberê gelekî re difikirin wê ji gel qut bikin, hingî xwe dixapînin û got, "Di navbera gelê Kurd û Ocalan de girêdaneke kûr heye ku ti kes nikare ji hev qut bike. Birêz Ocalan, esareta sedan salan a gelê Kurd qedand û ji nû ve ev gel ji xweliyên xwe afirand. Dilsoziya gelê Kurd bi Birêz Ocalan re ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Lewma tecrîd li ser Birêz Ocalan heye. Di şexsê Ocalan de dixwazin mesajê bidin gelê Kurd. Lê belê gelê Kurd vê ti carî qebûl nake. Em bi Birêz Ocalan re li xwe vegeriyan, em ê bi Birêz Ocalan re bijîn. Divê AKP tavilê dest ji van polîtîkayên xwe yên şer berde û tecrîdê derhal rake. Ev şer bi kêrî kesî nayê. Eger AKP çareseriyê dixwaze, divê vê nîşan bide. Naxwe wê gelekî poşman bibe û hingî wê dereng mabe."
'NÊZÎKATIYA LI BIRÊZ OCALAN SEDEMA ŞER Û AŞTIYÊ YE'
Îlhan Yalçinkaya anî ziman, ku bi gotineke Ocalan re ev gel dimire, bi gotineke wî re zindî dibe û ev nirxandin kir: "Hînê çima naxwazin vê fêm bikin. Bi mehan e em agahiyê jê nagirin. Çawa ye, çi dike, em nizanin. Ji wan heye ku dema vê dikin, wê bikin ku em ê ji têkoşîna xwe ya mafdar vegerin. Lê belê ev gel bi wî li xwe vegeriya û wê razî ye pê re tine bibe. Binêrin êrîşî bajarên me dikin. Şerekî navxweyî heye, ku nav lê nekirine. Çi cudahiya me di navbera me û Sûriyeyê de ma. Li Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbînê binêrin. Bi tank û topan li malên gel didin. Ev gel gavekê jî paş de diavêje? Nêzîkatiya li Birêz Ocalan sedema şer û aştiyê ye. Çima hînê naxwazin vê fêm bikin. Rêberî berê jî gotibû ku eger ji bo çareseriyê gavên pêwîst neyê avêtin, rewş wê bi vî rengî be û jê dijwartir bibe ku nema dikare mudaxle bike. Eger li Rêbertî guhdarî bikira wê çareserî pêk bihata. Lê AKP'ê li şûna çareseriyê şer li ser gelê Kurd ferz kir. Her wiha divê zanibin ku ancax Rêbertî vî şerî dikare bisekinîne. Ancax ew dikare avê li vî agirî bike. Çareserî bi wî re ye. Me tecrîda li ser Rêbertî ti carî qebûl nekir, em ê ti carî qebûl nekin."
'DIVÊ TECRÎD DERHAL BÊ RAKIRIN Û OCALAN AZAD BIBE'
Suleyman Sozerî bal kişand ser êrîşên li hemberî bajarên Kurdan û qetilkirina sivîlan û got, "Sedemeke bi tenê ya vê heye. Qedandina muzakere û pêvajoya çareseriyê. Ji aliyê her kesî ve gelekî baş tê zanîn bê pêvajo ji aliyê kê ve bi çawa hat qedandin. Kengî hevdîtinên bi Ocalan re hatin birîn, hingî şerekî topyekûn li hemberî gelê Kurd dan destpêkirin. Her kes bandora Birêz Ocalan a li ser gelê Kurd dizane. Gelê Kurd Ocalan ji xwe re weke lîderekî, weke rêberekî dibîne. Ti kes nikare vê rastiyê biguherîne. Bi qutkirina hevdîtinan re tecrîda li ser Ocalan şidandin. Têkiliya gelê Kurd û Birêz Ocalan qut kirin û xwestin bandora wî, dengê wî kêm bikin. Lê belê mîna yên beriya xwe, têk çûn. Ev gel dev ji Ocalan bernade, Ocalan jî dev ji vî gelî, van gelan bernade. Berî ku şert û merc bibin ku veger êdî jê nabe, divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û gavên ji bo azadiya Ocalan werin avêtin."