Gelê Ekvator ji Erdogan re got: Kujer, ji welatê me bicehime!
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ê li Latîn Amerîka digere, li Ekvatorê hat protestokirin.
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ê li Latîn Amerîka digere, li Ekvatorê hat protestokirin.
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ê li Latîn Amerîka digere, çû Ekvator. Erdogan bi serokê vî welatî Correa û Wezareta Bazirganiya Derve re hevdîtin kir.
Serokkomarê Tirk Erdogan li paytexta Ekvator Qûîto, çû Zanîngeha Etudên Bilind a Dewletê IAEN. Girseya gel a li ber deriyê zanîngehê bû, bi dirûşmên "Kujer, ji welatê me bicehime" Erdogan pêşwazî kir. Ji ber çalakiya protestoyî Erdogan bi lez û bez xwe berda nava zanîngehê.
Protesto li salona ku Erdogan lê diaxivî jî dewam kir. Koma ku di nav de Parlamenterê Partiya Komunîst Gîego Vîntîmîlla jî hebû, li hemberî Erdogan dirûşme qîriya, lê rastî êrîşa parêzvanên Tirk hat. Ji ber vê êrîşê parlamenter Vîntîmîlla û 15 kes birîndar bûn.
Ji ber çalakiya protestoyî Erdogan konferansa nîvco hişt û derket.