Gelê Behra Reş li dijî nijadperestiyê daxuyanî dan

Ronakbîr û rewşenbîr jî di nav de bi dehan kesên ji Behra Reş li dijî êrîşa nijadperest a li Sakaryayê daxuyanî dan û gotin, “Em ê her tim bi kedkarên çandiniyê yên Kurd re bin.”

130 ronakbîr, hunermend, rojnameger û ji pîşeyên cihê êrîşa nijadperest a li Sakaryayê şermezar kirin.

Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin ku “Ligel ku dîmen jî derketin holê, Walîtiya Sakaryayê qebûl nekir. Serdozgeriya Kocaeliyê jî diyar kir ku derbarê êrîşê du kes hatine destgîrkirin û piştre serbest hatine berdan.

Ev êrîş ji gelek waran fikarên me zêde dike. Gelekî zelal e ku ev êrîşên li ser karkerên Kurd ên her sal tên Behra Reş çayê û findiqan kom dikin, ne bûyereke biçûk a şîddetê ye. Bi şovenîzma di asta nijadperestiyê ye, nedana heqdestê karkeran, serdegirtina holikên karkeran û daliqandina alaya Tirk û lînç çêdibin.

Di êrîşa dawîn a Sakaryayê de jî me dît ku kesên ku li jinan didin, vê cesaretê ji parastina mêrên şîddetê li jinan dike, digire. Dewlet dixwaze Behra Reş bike navenda paşverûtî, nijadperestî û rêxistinên mafyayan. Em diyar dikin ku wê hewldana me ya ji bo wekhevî, edalet, demokrasî û aştiyê bidome. Em bi karkerên çandiniyê yên Kurd re ne. Em dizanin ku wê ev hewldanên me pêşiya me ronî bike.”