Gelê Şengalê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
Gelê Şengalê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û ji saziyên mafên mirovan xwestin ku bila erka we ya navneteweyî pêk bînin.

Îro li navenda bajarê Şengalê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezar kirin. Di çalakiyê de Biro Berkat ji ANF’ê re axivî. Berkat got ku, “Jixwe gelê me yê welatparêz dest bi çalakiyên grevên birçîbûnê kiribûn. Ji ber ku ev bûn 2 sal, bi tu awayî me agahî ji Rêber Apo nestendine û destûr nayê dayîn ku parêzer û malbata wî biçin serdana wî.”
Berkat diyar kir ku divê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî bi erka xwe rabin û got ku, “Yên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin divê a niha mafê Rêber Apo jî biparastina. Em bangî saziyên cîhanê dikin ku bila erka xwe bi cih bînin. Bi saya fikrên Rêber Apo civaka Êzidî ji qirkirinê hate rizgarkirin. Tişta ku dikeve ser milê gelê me yê Şengalê ev e ku em çalakiyên xwe bidomînin.
Di çalakiyê de ciwanê bi Ciwan Çelal jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li ciwanan kir ku bila li dijî tecrîdê dakevin qadan.