Gel û bawerî li Metzê di şeva piştevaniya bi HDP’ê re hatin cem hev

HDP di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê yên li Ewropayê de her hefte çalakiyên nû li dar dixe. Duh ji bo Kurd û Tirkên li herêma Lorraîne dijîn, şeva piştevaniya bi HDP’ê re pêk hat.

HDP di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê yên li Ewropayê de her hefte çalakiyên nû li dar dixe. Duh ji bo Kurd û Tirkên li herêma Lorraîne dijîn, şeva piştevaniya bi HDP’ê re pêk hat.û namzetên Mêrdînê Mîthat Sancar beşdarî bernameyê bû.

Bi sedan kesên li bajarên Saînt Avold, Mezt û Nancy a herêma Lorraîn a Fransayê dijîn, di şeva ku Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Navenda Çanda Elewî ya Metz û Mizgefta Selahattîn Eyyubî de hat organîzekirin de, hatin cem hev. 

Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy di şevê de axaftinek kir û bang kir ku divê dengên me ji bo AKP’ê neçin û got ku divê zimanê aştiyê derkeve pêş. Ulusoy destnîşan kir ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji bo bidawîbûna şerê bi salane didome, derfeteke û bi lêv kir ku her dengek girînge.

SANCAR: HER DENGEK TEMÎNATA JIYANA NÛ Û AŞTIYÊ YE

Namzetê Mêrdînê yê HDP’ê Mîthat Sîncar jî da xuyakirin ku AKP di dema hilbijartinan de zemînek tirsê diafirîne û provokasyonan pêk tîne û got: “AKP bi saya provokasyonan mirovan diçewisîne û hewl dide hilbijartinan qezenc bike. Sozên ku berê hatibûn dayîn jî nehatin cih.”

Sancar bal kişand ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê û got ku Ocalan mîmarê aştiyê ye û wiha berdewam kir: “Ji bo aştiya gelê Kurdistan û Tirkiyeyê, Ocalan  girîng e û ger em bixwazin aştiyeke mayîn de pêk bê divê em piştgiriyê bidin vê têkoşînê.”

Sancar bal kişand ser xeyalên Erdogan ên serokatiyê jî û wiha pêde çû: “Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de dengên we jî girîng in.  Her dengê hûn bidin temînata jiyana nû ye. Hedefa me ya hilbijartinê ev e ku cîhanek aştîyane û bê şer bê avakirin.”

Xebatên hilbijartinê yên Lorraîn bi lez û bez didomin.

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên Saînt Avold û derdora wê de, komîsyona hilbijartinê ya ji 25 kesî pêk tê, xwe gihand hezar û 500 kesî. Di xebatan de hedef ev e ku herî kêm xwe bigîhînin 2 hezar kesî. 
Li bajarê Metz û derdora wê  ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk, Navenda Çanda Elewî ya Metz û Yekîtiya Elewiyên Anatolyayê ve xebat tên meşandin. Heta niha xwe gihandine 700 kesî û hedef ev e ku herî kêm bi hezar û 500 kesî re hevdîtinê bikin.

...