Gel li hember êrîşan berxwedana xwe didomîne
Gel li hember êrîşan berxwedana xwe didomîne
Gel li hember êrîşan berxwedana xwe didomîne
Polîs û leşkerên Tirk ên bi hinceta topên hewanê yên çeteyên DAIŞ, êrîşî welatiyên bi rojane xeta sînor diparêzin jî gel berxwedan û nobeta xwe didomîne.
Gundê Etmanîk ê bi taybet rastî topên hewanan ên çeteyên DAIŞ tê, tevî êrîşa polîs û leşkerên Tirk ên tevahiya rojê jî gel berxwedana xwe ya li sînor û taybet li gundan didomîne.
Li gundê Etmanîk li jora gund li tevayî kolanan ku leşker hatine bicihkirin, li jêra gundê Etmanîk jî, gel ji nû ve vegeriya gund û careke din nuqteyên xwe yên nobetê diparêzin.
Girse, li xeta sînor a şer û pevçûn lê pir zêde dibin ku nobeta xwe didomîne, welatiyan diyar kirin ku leşkerên Tirk ji bo gund terk bikin ew gulebaran kirine.
Piştî dinya tarî bû şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ de ku dijwar bûn.
Welatiyan anîn ziman ku bi biryar in berxwedana xwe ya li herêmê bidomînin.