Gel bi xwepêşandanê civîna ÇED’ê da rawestandin
Gel bi xwepêşandana protestoyî kir ku civîna ÇED’ê ya ku dixwestina li ser Zozanên Gozne ya Torosan ocaxa mermeran bidin çêkirin, betal bibe.
Gel bi xwepêşandana protestoyî kir ku civîna ÇED’ê ya ku dixwestina li ser Zozanên Gozne ya Torosan ocaxa mermeran bidin çêkirin, betal bibe.
Civîna Nirxandinên bi Bandor ên Hawirdor (ÇED) a têkildarî ocaxa mermeran a tê xwestin ku li taxa Gozne ya navçeya Toroslar a Mêrsînê bê kirin, li ser nerazîbûnên gel betal bû. Welatiyên taxê civîna ku ji aliyê rêveberên madena Dogakan ve dihate xwestin ku pêk were protesto kirin.
Gel dowîzên bi nivîsên ‘Zozanên me yên cinet nekin cehenem’, ‘Em ne heskiriyê şînkahiya dolar, heskiriyên xwezaya xwe ne’ û ‘Em kana mermer û keviran naxwazin’ hildan û dirûşmên ‘Şirketên hevkar, ji Gozeneyê bicehenimin’ qîrkirin. Rayedarên şirketê jî diyar kirkin ku ‘li ser nerazîbûnên protestoyî yên le civîna xwe nekirin’ girtename girtin û tax terikandin.