Gel bi girseyî Şehîdgeha Kurtay Faraşîn ziyaret kirin

Gel bi girseyî Şehîdgeha Kurtay Faraşîn ziyaret kirin

Bi sedan welatî bi wesîleya Cejna Qurbanê gorên gerîlayên HPG'ê û PKK'ê yên li Çiyayê Kato ziyaret kirin. 

"Şehîdgeha Kurtay Faraşîn" a li Çiyayê Kato ya Bêşebab a Şirnexê ya ku ya gêrîlayên PKK'ê û HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane ji aliyê gel ve bi awayekî girseyî tê ziyaret kirin. 

Di nav de Şaredarê Elkê Yusuf Temel, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Elkê Abdulkerîm Ataman, endamên meclîsa şaredarî û meclîsa giştî jî di nav de bi sedan welatî çûn serdana Şehîdgeha Kurtay Faraşîn. Li şehîdgehê piştî duayan, ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Paşê Serokê Rêxistina Elkê ya BDP'ê Ataman, di şexsê dayika Kurtay Faraşîn de cejna tevayî dayik û bavên di şer de jiyana xwe ji dest dane pîroz kir û got: "Ez gelê me yê li şehîdên xwe xwedî derdikeve spas dikim."

Ataman di berdewama axaftina xwe de têkildarî hilbijartinên 2014'an axivî û ev xusûs nîşan dan, "Ez lîstikên qirêj ên cemaeta Gulen ên li dijî gelê Kurd şermezar dikim. Belgeyên lîstikên wan yên qirêj di destên me de ne. Ji ber vê yekê bila gelê me li hember lîstikên cemaeta Gulen hişyar bin."