Gefên Tirkiyê yên li ser ‘referandûm’e

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim diyar kir ku ew ê encamên referandûma Başûrê Kurdistanê ku îro hatiye kirin nas nekin.

Yildirim got,’referandûm ne meşrû ye, ti hikmê wê tine ye. Ji niha û pê de em ê zêdetir rêveberiya navendî ya Iraqê bikin muxatabê xwe’ û got ji niha û pê de ew ê bi Bexdayê re zêdetir tevbigerin. Yildirim gefên aborî, siyasî û leşkerî xwarin.

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirrim derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê got, çêbûna referandûmê ya bêyî Tirkiyê û Îranê biryar û azweriyeke takekesî ye. Yildirim got, ‘ev referandûm ti hikmê xwe nîn e. Encamên wê bi çi rengî wê neyên naskirin.’’

ÊRÎŞ Û PÊKIRIN

Yildirim tezkere destnîşan kir û got Tirkiye wê wiha girêdayî li cihê raneweste û got, ‘’Biryar bi esasî wê bi sê cureyan werin standin. Yek jê biryara aborî,ya dî xebatên dîplomatîk û a dî jî wê bi çarçoweya leşkerî be.’’

Yildirim diyar kir ku Îran .û Iraq wê bi hev re tevbigerin û got derbasbûnên ser sînor, qadên hewayî, xetên guhaztina enerjiyê de, xetên boriyan de muxatab ew in û di biryara welatên têkildar de, muxatabên tiştên ku wê bikin wê Bexda be.

Yildirim di axaftinên xwe de bal kişande ser êrîşên hewayî û operasyonên bi ser PKK’ê de, diyar kir ku ew her carê li dijî PKK’ê operasyonan dikin û wê van operasyonên xwe bidomînin.