'Gefa qirkirinê didome, em ji bo têkoşînê bang dikin'

FEDA û HDK'ê diyar kirin ku gefa qirkirinê ya li ser Êzidiyan dewam dike û bang li gelan û hêzên navneteweyî kirin.

Meclîsa Gel û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya salvegera qirkirina Êzidiyan daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

FEDA'yê bi bîr xist ku di encama têkoşîna azadiyê ya civaka Êzidî de Şengal ji çeteyên DAÎŞ'ê hatiye paqijkirin û wiha dewam kir: "Mixabin zîhniyetên neheq ku polîtîkayên komkujiyê li ser gelên Rojhilata Navîn dimeşînin, polîtîkayên êrişkariyê yên li dijî Şengalê bi şêweyên cuda didomînin. Hesabên tifaqa AKP-MHP'ê yên ji bo dagirkirina Şengalê, dewama vê polîtîkayê ye."

FEDA'yê ji bo rizgarkirina jinên Kurd ên Êzidî bang li saziyên demokratîk kir ku seferber bibin û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.

HDK: GEF DEWAM DIKE

Meclîsa Gel û Baweriyan a HDK'ê jî ragihand ku civaka Êzidî li dijî ferman û komkujiyan bi berxwedanê bawerî, çand û hebûna xwe parastin.

HDK'ê her wiha diyar kir ku hîn jî metirsiya komkujiyê li ser Êzidiyan heye û got, "Polîtîkayên dijminane yên ji bo dagirkirina herêmê ku dewama fermanê ye, ji aliyê dewletên herêmê ve tên meşandin. Li dijî van êrişên li ser hebûna Êzidiyan tê kirin divê civaka navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne. Nabe ku destûr ji bê Êzidî hiştina Şengalê bê dayin. Ji bo afirandina şert û mercên jiyana însanî ya li Şengalê, ji bo vegera Şengaliyên ji neçarî ji warê xwe bûne, divê derfet bên afirandin û fikarên li ser ewlekariyê ji holê bên rakirin. Di salvegera şeşan a komkujiyê de em radigihînin ku li gel civaka Êzidî ne ku zext, zilm û qirkirin li wan hatiye ferzkirin. Êzidiyên ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve bi xwînxwarî hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bang li tevahiya mirovahiyê dikin ku li dijî qirkirin, komkujî û kiryarên li dijî mirovahiyê têbikoşin."