Gefa Îranê ya bi Tengava Hurmuz wê pêk neyê

Îranê gef xwaribû kiribû ku wê nehêle ji Tengeva Hurmuz tankêr derbas bibin, ku rewşeke wiha dikare bi xwe re krîza petrolê bîne. Tê gotin Tehran wê nikaribe rîskeke wiha bide ber çavan.

Fermandarê Mihafizên Şoreşê yên Îranê Ismaîl Kevserî got heke DYA fişara aborî ya li ser Îranê bidomîne ew ê nehêlin ku ji Tengava Hurmuz tankêrên petrolê derbas bibin.

Her çendî mirov bibêje Îran wê DYA, Çîn û welatên Ewropayê ji xwe re neke dijmin jî tê gotin heke Îran gaveke wiha bavêje fiyetê warîla peyrolê ku 75 dolar e wê çend caran li xwe zêdetir bike.

HEKE BI RASTÎ BIKE FIYET DIBE KU ÇEND CARAN LI XWE ZÊDE BIBIN

Siûdî, Kuweyt, Iraq, Katar, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Bahreyn û welatên girîng ên petrolê hildiberînin ji Tengava Hurmuz petrola xwe dişînin. Îxracata petrola dinyayê ji 5 paran 1 jê di ser vir re tê kirin. Bi biryareke wiha tê gotin fiyetê warîlek petrol dibe ku bibe 200 dolar.

Ji vir rojê 18 milyon warîl petrol derbas dibe, her wiha ji Katarê îxracata gazar sirûştî ya hatî avîkirin jî ji bo welatên Ewropayê dibe.

BERIYA NIHA JÎ EV GEF XWARIBÛ

Îranê 2012’an jî bi bandora DYA’yê û ji ber ambargoya petrolê ya Ewropayê zirt kiribû ku Tengava Hurmuz bigire. Zirtên wê demê, wê fikrê bi mirov re çêdike ku Îran tenê zirtan dike.