Gardiyanan li Kandirayê êrîşî girtiyan kirin
Gardiyanan li Kandirayê êrîşî girtiyan kirin
Gardiyanan li Kandirayê êrîşî girtiyan kirin
Li girtîgeha Tipa F a Kandirayê gardiyanan di dema hevdîtina malbatan de êrîşî girtiyên siyasî kir.
Li gorî agahiyên ji malbatên girtiyan hate wergirtin hin girtî di êrîşê de hatin brîndar kirin.
Zextên li hemberî girtiyan pêk tên her ku diçe zêde dibin.
Li girtîgeha Tipa F a Kandirayê di dema hevdîtina malbatan de gardiyan û Cendirmeyan êrîşî girtiyan kirin.
Hevsera girtiyê bi navê Fesîh Nardan diyar kir ku ji ber di destê hevserê wê de saet hebû rastî êrîşa gardiyanan hat û got: “Piştî êrîşê xizmên girtiyan jî li deriyan dan û çalakî pêk anîn. Hevserê min û çend girtiyên din ji aliyê gardiyan û cendirmeyan ve rastî lêdanê hatin, di êrîşê de hevserê min û çend girtiyên din brîndar bûn.
Nardan dazanîn ku wan wekî xizmên girtiyan serî li dozgeriya komarê ya navça Kandirayê dan û der heqê rêveberiya girtîgehê de serlêdana sûc kir.