Gardiyanan ji bo girtiyan got: Hûn jî bi vîrûsê bikevin
Gardiyanên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo hejmartinê ketin qaqîşan got: “bila hûn jî bi vîrûsê bikevin’ destê xwe li derdor dan û girtî xistin metirsiyê.
Gardiyanên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo hejmartinê ketin qaqîşan got: “bila hûn jî bi vîrûsê bikevin’ destê xwe li derdor dan û girtî xistin metirsiyê.
Ji ber şewba Covîd-19 di serî de li Tirkiyeyê girtî û malbatên girtiyan, dîsa raya giştî ji 11’ê Adarê ku agahiya kesek bi şewbê ketiye hate ragihandin û şûnde her diçe metirsî û fikarên li girtîgehan zêdetir dibe.
Nîqaşa li ser qanûna înfazê ya ji aliyê desthilatê ve hate amadekirin û girtiyên siyasî li xwe nagire, ya li Meclîsê hê jî dewam dike. Dîsa li ser daxuyaniya Wezîrê Edaletê Abdulhemît Gul a ku li 5 girtîgehan ji 17 girtiyan 3 jiyana xwe ji dest dane, dermankirina 13 kesan dewam dike, fikar zêdetir kir.
Li Girtîgeha Jinan a Sîncan girtiya bi navê Suheyla Taş bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û rewşa girtîgehê vegot.
Taş anî ziman ku ti tedbîr û ewlekariyek nîne ku li girtîgehan pêşiya şewbê bê girrtin, diyar kir ku di xwarinê de paqijî berçav nayê girtin. Taş destnîşan kir ku amurên paqijiyê li kantînan nayên peydakirin.
Taş da xuyakirin ku tevî ku ji ber metirsiya belabûna şewbê daxwaz kirine ku gardiyan ên ji bo hejmartinê danê sibe û şevê tên li pişt caman hejmartinê pêk bînin jî ev daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. Taş destnîşan kir ku gardiyanên dikevin qawîşan ji bo wan gotine; ‘bila vîrûs belavî we jî bibe’ destê xwe li derdor dane û bi dengê bilind keniyane. Taş diyar kir ku ji vê aciz in.
Taş li ser ava germ a hefteyê du rojan ji bo wan dihate dayîn jî diyar kir ku mîna dema greva birçîbûnê rengê avê zer diherike.