Gardiyanan destdirêjî li girtiyê nexweş kirin

Girtiyê nexweş Ekîm Can Polat di hevdîtina bi dayika xwe re got, gardiyanan destdirêjî lê kirine. Dayik Songul Îlker bang li rêxistinên civakî yên sivîl kir ku tavilê heyetekê bişînin.

Songul Îlker dayika girtiyê nexweş Ekîm Can Polat diyar kir, ku hefteya derbasbûyî dema çû dîtina kurê xwe, kurê wê jê re gotiye ku gardiyayan bi destan ew tacîz kirine û sixêfên zayendîperest lê xwarine.

Polat ê 23 salî li Îkîtellî ya Stenbolê di sala 2016'an de hate destgîrkirin û piştî Girtîgehên Tîpa L a Sîlîvrî û Tîpa T a Bandirmayê, sala 2019'an ew sewqî Girtîgeha Tîpa T a Manîsa Akhîsarê kirin. Ji doza ku jê dihate darizandin 24 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Rewşa tenduristiyê ya Polat girantir bû. Dayika wî Songul Îlker ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku beriya koronayê Polat li hucreyê krîza dil derbas kiriye, nehate dermankirin û got, "Ez naxwazim cenazeyê kurê xwe bibînim. Min kurê xwe bi tenduristiyeke baş da, dixwazim bi wî rengî jî wergirim."

NAYÊ DERMANKIRIN

Îlker ragihand ku kurê wê li girtîgehê nexweş ketiye û got, "Ji 19 saliya xwe ve girtî ye. Dema ku li derve bû nexweşiya wî tune bû. Li girtîgehê krîza dil derbas kir. Bi nexweşiya KOAH'ê ket û hestiyên wî dihele. Pirsgirêka hormona mezinbûnê heye. Li hemberî vê derziyên xwe yên mehane hene, saleke derzî lê nayên xistin. Tedawiya wî tê astengkirin."

Îlker ragihand ku Polat ji bo balê bikişîne ser neheqî û tecrîda lig irtîgehan par kete greva birçîbûnê û ji ber grevê hate sirgûnkirin.

DEMA KU ANÎN HEVDÎTINÊ EW TACÎZ KIRIN

Îlker diyar kir ku li gel binpêkirina mafê tenduristiyê her wiha zexteke giran li girtiyên siyasî tê kirin û got, "Sixêfên zayendîperest tên kirin. Timî heqaret tên kirin. Gelo hûn vê dibînin ku bandoreke çawa ya neyînî li jiyana we dike? Li girtîgehê girtiyên bi nexweşiya kanserê hene. Kurê min jî girtî ye. Ewqasî bi rengekî bêhurmet nêzîk dibin ku bi çavê mirovan li we nanêrin. Dema ku ew anîn cihê hevdîtinê bi destan tacîz kirin. Ev tiştên cidî ne. Dema ku tînin cihê hevdîtinê bi destan tacîzê li kurê min dikin. Kurê min ev yek ji min re got."

TECRÎD LI DERVE Jî HEYE

Îlker ragihand ku ew jî li derve tecrîdkirî ye, her gava wê tê kontrolkirin û ji ber ku ji çapemeniyê re diaxive polîs wê dişopîne. Îlker got, "Ev yek min natirsîne" û bang li her kesî kir ku bi berpirsyarî  tevbigerin.