BI DÎMEN

Gahler: Dengê 'NA' şensê dawî ye

Parlamenterê Parlamenta Ewropayê yê ji partiya CDU Mîchael Gahler diyar kir, rewşa Tirkiyeyê cihê tirs û fikaran e û got, dengê 'NA' yê di referandûmê de were dayîn, ji bo Tirkiyeyê şensê dawî ye.

Parlamenterê Parlamenta Ewropayê yê ji partiya CDU (Partiya Demokrat a Xiristiyan) Mîchael Gahler destnîşan kir, ku erk û berpirsyariya hilbijêrên li Ewropayê bi taybetî yên li Elmanyayê ye, ku pêşî li vê rewşa xetere bigirin.

Gahler bibîr xist, di rejîma tê xwestin bê avakirin de, bi rêya biryarnameyan erk ji serok re tê dayîn ku qanûnan derxîne û got, "Wekî din Serokwezaretî tê rakirin û erkên wzîran jî radestî serok tê kirin. Rêyek ji bo pêşîgirtina li vê rewşê, ji bo pêşîgirtina li dîktatoriyê heye. Bi taybetî, ez ji hilbijêrên Tirkiyeyî yên li Elmanya û gelemperiya Ewropayê dijîn dixwazim, biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin. Divê derfetên ku karibin pê pêşî lê bigirin, bi kar bînin. Ev yek wê were wateya şensek ji bo welatiyên li Tirkiyeyê."

'ERDOGAN LI SER ŞÎDETÊ BIRYAR DA, PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ JI ALIYÊ WÎ VE HAT QEDANDIN'

Gahler destnîşan kir, polîtîkaya aloziyê ya Erdogan ne tenê li dijî Kurdan e, li hemberî hemû mûxalîfan tê meşandin û wiha dewam kir: "Niha 150 rojnamevan girtî ne. Bi deh hezaran kesî karê xwe winda kirin, bi deh hezaran mirov girtî ne. Sedemên xwe çi dibin bila bibin, mexdûriyetên eşkere hene. Bi Gulen, PKK, HDP'yîtiyê re ji xwe re hincetan dafirînin. Ev tenê kiras e ku lê dikin. Ev hincet derbasdar nînin. Her kesên ku mûxalîfê xwe dibînin, van kiryaran li ser wan ferz dikin. Ev pêkanîn bi ti awayî ne rast e. Li holê Tirkiyeyeke bi vî rengî heye û mirov di nava van şert û mercan de dijîn."

Parlamenterê CDU Mîchael Gahler anî ziman, pêvajoya çareseriyê ji ber Erdogan têk çûye û diyar kir, piştî ku di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de serdetiya li parlamentê winda kir, Erdogan pêvajo qedand.

Gahler got, "Ji ber ku Kurd deng nadin wî, ew bi biryar e polîtîkaya aloziyê bimeşîne. Bi vî awayî, pêşî li pêvajoya aştiyê hatiye kirin. Li gorî min; pirsgirêka Kurd ancax bi rêya siyasî û diyaloga aliyan dikare were çareserkirin. Lewma, diviyabû pêvajoya diyalog û çareseriyê ya beriya 7'ê Hezîranê bihata dewamkirin." 

Gahler ji bo pirsa 'hilbijartiyên gelekî çima li girtîgehê ne?' ev bersiv da: "Ji bo temsîliyeta hilbijêran divê ew li meclîsê li ser karê xwe bin. Girtina wan rewşeke sosret e. Divê mirov li ber rabin. Pirsgirêk ev e: Li Tirkiyeyê rastiyeke hiqûqê nîne. Dadgerekî serbixwe nikare bê peydakirin. Rewşeke bi vî rengî ya koatîk heye. Mixabin hiqûq ji vê rewşê nayê hêvîkirin.

Dîsa jî ez dixwazim vê bangê bikim: Divê Demîrtaş, nûnerên din ên gel û hevşaredarên girtî tavilê werin berdan. Ev bêhiqûqî ancax bi vî rengî karibe ji holê were rakirin."

Gahler bang li gelên Ewropayê jî kir, ji ber van kiryarên dewleta Tirkiyeyê, dest bi boykotê bikin û ji bo ger û geştê neçin Tirkiyeyê.

'KURDÊN LI SÛRIYEYÊ HATIN TERCÎHKIRIN, TIRKIYE NEÇAR MA VEKIŞE'

Gahler di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku Tirkiye divê êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava bisekinîne û got, "Ji ber ku Kurdên li Rojava hem bi Rûsyayê, hem jî bi DYA re hevkariyeke mayînde kirin û destek ji wan girtin, Tirkiyeyê di siberoja Sûriyeyê de rola xwe nedît û dibe ku ji ber vê yekê gihîştibe encameke wiha. Beriya her tiştî hebûna DAIŞ'ê ya li Sûriyeyê tiştekî gelekî xetere ye. Di her şert û mercî de ya ku divê ewilî bê kirin, şerê li dijî DAIŞ'ê û rizgariya ji wan e. Yên ku şerekî xurt û bandor li dijî DAIŞ'e dimeşînin jî Kurd in. Ji ber vê yekê DYA û Rûsya piştgiriyê dide Kurdan. Ez detayên vê yekê baş nizanim, lê belê ev xusûs ti sedemê nahêle ku Tirkiye li wir bimîne. Lewma Tirkiye neçar dimîne hêza xwe ji wir vekişîne."