Gabrîella Younan li Stockholmê Seyfo vegot

Nivîskar Younan diyar kir ku DYA û hin welatên rojava, ji ber berjewendiyên xwe yên polîtîk, aborî û stratejîk li şûna qirkirinê, pênaseyên weke karesata mezin dikin û hewl didin pirsgirêkê vê bi vî awayî derbas bikin.

Nivîskara Elman Gabrîella Younan ku yekem car qirkirina li Suryaniyan hat kirin anî rojevê, bi wesîleya 100. salvegera qirkirinê, di konferanseke ku li Stockholmê pêk hatiye de axivî û got ku DYA û hin welatên rojava, ji ber berjewendiyên xwe yên polîtîk, aborî û stratejîk li şûna qirkirinê, pênaseyên weke karesata mezin dikin û hewl didin pirsgirêkê vê bi vî awayî derbas bikin.

Younan di konferansa ku Federasyona Jinan a Swêd-Asûrî malovaniya wê kir de diyar kir ku di 1968’an de di 22 saliya xwe de ji Rojhilatê Elmanyayê koçî Bulgarîstanê û ji wir jî koçî Tirkiyeyê û piştî demekê jî çûye Tehranê.

Younan bi lêv kir ku li Tehranê di salên ku perwerde dîtiye, Asûrî nas kiriye, çand, ziman û ola wan a cuda hebû û got: “Di navbera wan û Îraniyan de cudahî hebûn. Piştî vegeriyam Elmanyayê bi Şoleîman Younan a Asûrî re zewicîm. Eleqeya min ya ji bo paşeroja Asûriyan zêde bû. Min têkildarî wan lêkolîn kir. Min profesorên Suryankî baş dizanin nas kir.  Min lêkolînên zanistî kir. Tenê bi xwendina pirtûkan sînor nemam. Ez çûm Xabûrê min lêkolîn kir.”

MIN LI SER ZIMANAN XEBAT MEŞAND

Younan da zanîn ku ji bo zimanê Suryaniyan lêkolîn bike çûye Xabûrê û wiha got: “Di dema vê lêkolînê de vegotinên Suryaniyan de min komkujiya li ser wan pêk hatiye hîn kir. Eleqeya min a ji bo çand û dîroka wan zêde bû. Min pirtûka ‘Di roja me ya îro de Asûrî’ amade kir.

Asuriyan li dîasporayê di 1968’an de yekem car konferansek pêk aniye û di vê konferansê de çûne rêxistinbûneke bi navê ‘Tifaqa Gerdunî Asûrî’.  Asûriyên rewşenbîr ên tifaq ava kirin, ji ber ku têkildarî Seyfo zêde agahiya wan tinebû, li şûna qirkirina 1915’an komkujiya li Sîmele girtin dest.”

QIRKIRINA SÎMELE JÎ NEDIHAT ZANÎN

Younan bi lêv kir ku 20 hezar Asûriyên ji komkujiya Sîmele rizgar bûn neçar man koçî Xabûrê bikin. Younan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wan deman hîna nedihat zanîn ku Sîmele qirkirin e. Tiştên di 1933’an de li Sîmele pêk hat, wek komkujî dihat bi navkirin. Dema min pirtûka ‘di roja îro de Suryanî’ nivîsî, Suryaniyan nû koçî Ewropayê kiribû û kesî têkildarî çand û zimanê wan de tiştek nedizanî. Ji ber vê eleqeya ji bo pirtûkê zêde bû. Gelek kesî pirtûk li zimanên din wergerandin.

Di pirtûka xwe ya duyemîn de min ji rojname û kovarên cuda re têkildarî Suryaniyan de gotar nivîsin. Di sala 1990’î de ji bo ku qirkirina Ermeniyan li rojava cîhanê rûne, piştî çalakiyên terorê yên ku Asala li dijî dîplomatên Tirk da destpêkirin şûnde, min hewl da bêjim ku qirkirin li hember Suryaniyan hatiye kirin.”

KESÎ BAWER NEKIR 

Younan wiha berdewam kir: “Hevserê min jî bawer nekir ku li Suryaniyan qirkirin hatiye kirin.  Eleqe nîşanê mijarê neda. Ji min re got ku dest jê berde. Digot a girîng ev e ku em mafên xwe bigirin. Lê tevî vê min israr kir. Bi vî awayî min di 1989’ande pirtûkeke ku qirkirina li Asurî-Suryaniyan hatiye kirin, girt dest.

Asûrî-Suryaniyan eleqe nîşanî pirtûkê neda. 10 sal şûnde nifşê li Ewropa giha, eleqe nîşanî pirtûkê dan. Yekem car di salên 2000’î de konferansek Seyfo pêk hat û ez vexwendî kirim.  Pirtûk piştre hate wergerkirin.”

YUSUF AKBULUT SURYANIYÊN DÎASPORAYÊ XIST NAVA TEVGERÊ

Younan da zanîn ku helwesta rojnameya Hurriyetê ya li dijî qirkirinê, bû sedem ku Asûrî-Suryanî qirkirinê bizanin û ji ber papaz Yusuf Akbulut got ku li hember Suryaniyan qirkirin hatiye kirin, hat girtin û ji ber vê hemû Asûr-Suryaniyan li dîasporayê ketin nava tevgerê û Hurriyet û dewleta Tirk Akbulut wek xayîn sûcdarkirin û derxistin pêşberî dadgehê.

DEWLETA TIRK JI DÎROKÊ DERS DERNEXIST

Younan bi lêv kir ku dewleta Tirk û Tirkan ji dîrokê ders dernexistine û di sala 1989’an de di çapemeniya cîhanê de arşîvên Osmaniyan ji lêkolîneran re hatiye vekirin û têkildarî vê de nûçe hatine weşandin û got: “Piştî vê bi armanca lêkolînê ez çûm Tirkiyeyê. Tenê beşek belgeyan dan me. Belgeyên gelek girîng ji lêkolîneran hatin veşartin. 

Beşeke welatên Rojava ji ku têkiliyê wan bi Tirkiyeyê re xera nebin, di mijara qirkirinê de nebûn xwedî helwest. Li pişt vê helwestê berjewendiyên aborî, polîtîk û stratejîk hene. Lîderên wek Obama nabêjin qirkirin û wek karasetên mezin bi nav dikin. Her wiha Serokwezîra Elman Merkel jî nabêje qirkirin.”

Younan piştî axaftina xwe, pirsên di mijara qirkirinê de bersivand.

...