Fûat Bêrîtan: Newroz sembola şoreş, nasname û hebûna gelan e

Hevserokê KODAR’ê: Newroz cejna gelê Kurd e. Ji bo jiyana bi hev re cejna avakirin û pêkanîna yekîtiya neteweyî, xurtkirina rêzên gel û hêzên siyasî yên Kurdistanê ye.

Hevserokê Komelgeha Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûat Bêrîtan têkildarî Newrozê tevlî bernameya taybet a Aryen Tv bû û got: “Newroz roja yekgirtina hêzên berxwedanê ye, li dijî zilm, zordarî û ne edaletiyê ye. Roja avakirina sîstema civakî ya hemdem a ji bo hemû civak, çîn û netewe bê cêwazî bi çand, bawerî, ol bi firerengî bi azad bi hev re bijîne.”

‘RUHÊ NEWROZÊ KURDISTAN, ROJHILATA NAVÎN Û CÎHANÊ VEJANDIYE’

Hevserokê KODAR’ê Fûat Bêrîtan bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo tunekirina çanda Newrozê û got, “Hevrê Mezlûm Dogan li Zindana Amedê bi sê darikên kîbrîtê çalakiya fedayî ya bi dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ mîna Kawayê Hesinkar Newroz vejîn kir. Bû Kawayê Hemdem. Divê em vî ruhê hevrê Mezlûm Dogan ê Newrozê tim zindî bihêlin. Vê ruhê îro vejîn daye hemû Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê. Gerîlayên Kurdistanê ji Derya Reş bigire heta Loristanê li sîlsîleya Çiyayên Zagorsê agirê berxwedanê geş dikin. Ji bo wê ye Newroz, ruh, soz, hest, evîn, tol û berxwedane.

‘NEWROZ 50 SALÊN DAWÎ BÛ XWEDÎ WATEYEKE HÎN MEZIN Û GIRÎNG'

Bêrîtan destnîşan kir ku Newroz tenê çand û kevneşopiyek nîne, belkû Newroz xwedî pêgeheke siyasî ye û wiha domand: “Newroz van 50 salên borî wateyeke din a cêwaz li xwe girtiye. Bi berxwedana bi pêşengtiya gelê Bakurê Kurdistanê û şoreşgerên li nava zîndananên dewleta Tirk a faşîst, Newrozê reng û wateyeke din a siyasî qezenc kiriye. Heta wê gavê Newroz weke geşt û seyranê dihate pîrozkirin, bi vê berxwedanê re Newroz bû berxwedan. Ji bo wê salên dawî Newroz êdî li gorî wateya xwe tê pîrozkirin. Ne tenê Kurd her wiha neteweyên Ereb, Faris, Belûç jî ji bo wateya rast a Newrozê bizanin berê xwe didin cejnên Newrozê yên li Kurdistanê tên pîrozkirin û cihê xwe li nava çalakiyan digirin. Ji bo wê yek ku Newroz cejna yekgirtin û bi hev re jînê ya gelan e.

Eger ku îro gelê me bê cêwaziya erdnîgarî, bawerî û ziman dest bi destê hev, mil bi mil li qadên Newrozê li Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr pîroz dikin û govendê digerinin, daxwaza azadî dikin; bê tirs li ber neyaran radibin, ev peyameke siyasî ya yekgirtiyê ye. Peyama wê didin ku wan hev girtiye. Peyam dide aliyên siyasî hûn jî hev bigrin. Dîsa peyam dide hemû dagirkerên Kurdistanê bê çareserkirina pirsa Kurd û guh nedana gelê Kurd ti çareserî pêş nakeve.”

‘ŞOREŞA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ PÊKHATE Û NETWEYÊN ÎRAN Û ROJHILATÊ KURDISTAN XISTE NAVA ÇERXA XWE’

Hevserokê KODAR’ê Fûtat Bêrîtan qala şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jî kir û ev got: “Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rêya xwe girtiye û ber bi lûtkeyê ve diçe. Vê şoreşê hemû civak xistiye nava çerxa xwe û tevgerê. Vê şoreşê hemû ciwan, xwendekar û pêkhateyên din xistiye nava çerxa xwe ya qadên xebat û şoreşê. Mirov dikare bêje Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye ruh ji bo ew herêmên ku sîstema modernîteya kampitalîst ku ruh, hest û soz jê kuştibûn.

Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ salvegera xwe ya 50’î derbas dike û dikeve saleke nû. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji roja ku PKK’ê li Gundê Fîsê bi pêşengtiya Rêber Apo dest bi şoreşê kiriye, destpê kir. Ji bo wê ye ku Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ sala xwe ya 50’emîn derbas dike û her diçe weke deryayekê fireh û berbelav dibe. Niha jî keç û kurên li Rojhilatê Kurdistanê li dijî stemkar û zaliman li qadan li ber xwe didin. Hêzên yekîtiya jinên Zagros nîşan dide ku bi ruhê Newrozê li nava têkoşînê de ne. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berhema zanista jineolojî ye.”

‘DIXWAZIN BI JÎNGEHÊ HER FERDEKÎ KURD TINE BIKE’

Bêrîtan da xuyakirin ku heman bêrehmiya li ser Kurdan tê kirin, li ser jîngeha Kurdistanê jî tê kirin û wiha pêde çû: “Siyaseta qirkirinê ya li ser Kurdan tê kirin, li ser jîngehê jî tê kirin. Dewleta Tirk li Kurdistanê bi siyaseteke qirêj li dijî civak û xwezayê şer dike. Bi çekên kîmyewî û dîsa şerê avê li ser Kurdan dike. Dîrok û kevneşopiya Kurdan bi çêkirina bendavan xistin jêr avê. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Barzaniyan li Behdînanê daristanên Kurdistanê qir dikin. Bi vê yekê ti ferqa van ji kiryarên çeteyên DAÎŞ’ê nîne ku li Efrîn û deverên din dike. Dixwazin bi talankirina jîngeha Kurdistanê, her ferdekî Kurd tine bike û bê ruh bihêle.”

‘REJÎMA TIRK LI ÇIYAN, ÎRAN JÎ LI BAJAR KURDAN JEHRÎ DIKE’

Hevserokê KODAR’ê Fûat Bêrîtan bal kişand ser êrîşên jehrawî yên desthilata Îranê ya li dijî xwendekarên keç û ev nirxandin kir: “Jehrkirina xwendekarên keç û jinan êrîşeke îdeolojî ye. Ev êrîş li ser jina azad e, êrîş li ser wan jinan e ku pêşengtiyê ji Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re dike ye. Dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê kîmya li dijî gerîla bikar tîne, rejîma Îranê jî heman karî li ser xwendekarên keç û jinan dike. Ti ferq di navbera vê yekê de nîne. Ji bo wê dixwaze dawî li her nirxeke vê şoreşê bîne. Ji bo wê yek divê gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê di Newrozê de peyama; Êdî bes e, bide. Daxwazên xwe yên rast li beramber rejîma dagirker eşkere bike.”