Fuara Pirtûkan a Amedê destpê kir

1'emîn Fuara Pirtûkan a Amedê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat organîzekirin deriyên xwe ji xwendevanan re vekir.

1'emîn Fuara Pirtûkan a Amedê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat organîzekirin deriyên xwe ji xwendevanan re vekir.

1'emîn Fuara Pirtûkan a Amedê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat organîzekirin deriyên xwe ji xwendevanan re vekir. Fuar li Sumerpaqê hate vekirin û weşanxaneyan standên xwe ji welatiyan re vekir. Di fuarê de ji Kurdistan û Tirkiyeyê 72 weşanxane cih digirin. Di çarçoveya furarê de dê panel, goftogo, rojên îmzayan, konser û bernameyên zarokan jî di nav de dê 80 bername pêk bên. Fuar dê heya 17'ê gulanê vekirîbîmîne û seat di 09.00-22.00'an de vekirî bimîne.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, hevşaredarên Peyas û Yenîşehîrê, nûnerên saziyan, Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz, Serokê Kurd PEN'ê Şehmus Sefer, Serokê duyemîn ê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê Fehrî Aral û gelek kesên din tevlî vekirina fuarê bûn. Li ser navê komîteya fuarê Rêveberê TZP-Kurdî Jêhat Rojhelat têkildarî teknîka fuarê de agahî dan. Rojhelat diyar kir ku wan fuar diyarî berxwedana Kobanê û Şengalê kir. Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz jî diyar kir ku TUYAP'ê ji ber pirsgirêkên aborî ji vekirina fuarê xwe vekişand. Serokê Kurd PEN'ê Şehmus Sefer, Serokê duyemîn ê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê Fehrî Aral jî axivîn û gotin vekirina fuarê gelek girîng e.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî diyar kir ku Amedê bi vê lihevhatinê careke dîn navendekî dîrokiye nîşan da û wiha got: "Ez TUYAP'ê rexne nakim di vê mijarê de em rexnedayîna xwe didin. Ji ber ku em dereng man em rexnedayînê didin."

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî xwest ku ji nivîskar û helbestvanên jin re cudahiye bê nîşandan û bang li hemû jinan kir ku tevî fuarê bibin. Kişanak anî ziman ku kurdî ligel hemû zext û zordariyan hate vêastê. Kişanak da zanîn ku ji bo ev yêk hêj bêtir bê bihêzkirin peywir dikeve ber wan. Kişanak bilêv kir ku divê tevkariyê bidin hemû zimanên li Tirkiyeyê yên li ber windabûnê û wiha got: "Her zimanê tê windakirin û peyva tê windakirin tê wateya mirov winda dibe.Ji bo vê yêkê jî divê em bêtir bixwînin. Divê em fuara Amedê bi hêz bikin."

Piştî axaftinan vekirina fuarê pêk hat û welatî li fuarê geriyan.