Freemuse: Tirkiye zilmê li hunermendan dike
Forûma Muzîka Azad a Cîhanê nerazîbûn nîşanî êrîşên AKP'ê yên li dijî hunermendên mûxalîf da. Forûmê rewşa Ferhat Tûnç weke mînak nîşan da û dest bi kampanyayê kir.
Forûma Muzîka Azad a Cîhanê nerazîbûn nîşanî êrîşên AKP'ê yên li dijî hunermendên mûxalîf da. Forûmê rewşa Ferhat Tûnç weke mînak nîşan da û dest bi kampanyayê kir.
Forûma Muzîka Azad a Cîhanê (Freemuse) ku navenda wê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê ye, di şexsê hunermend Ferhat Tûnç de daxwaza azadiya îfadeyê kir.
Freemuse bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di vî warî de dest bi kampanyayekê kirine û bi bîr xist ku Ferhat Tûnç ji ber gotinên xwe yên aştiyane tê darizandin.
'RAYEDARÊN TIRK ZILMÊ LI HUNERMENDAN DIKIN'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Ferhat Tûnç di nava 10 salên dawî yên karyera xwe ya zêdeyî 30 salan de, ji ber muzîk û gotinên xwe yên aştiyane gelek caran ketiye ber lêpirsîna hikumetê û doz lê hatine vekirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku niha jî 2 dozên nû lê hatine vekirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Tevî biryara Sibata 2015'an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku ji ber cezakirina Ferhat Tûnç Tirkiye bi binpêkirina azadiya îfadeyê mehkûm kir, niha jî ji ber parvekirinên li medya civakî du dozên cuda bi îdîaya 'propaganda rêxistina terorê' û 'heqareta li Serokkomar' du doz hatine vekirin."
Freemuse diyar kir ku dozên li Ferhat Tûnç tên vekirin delîlên wê yekê ne ku rayedarên Tirk bi çi rengî dest li hunermendan, hilberînerên çandê û weşangeran werdidin, zilmê li wan dikin, êrîş dikin û wan digirin.
Hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê bi sedan hunermend ji ber azadiya îfadeyê di bin zext û zordariyê de ne û hat gotin, piştî hewldana darbeyê ya sala 2016'an ev rewş hê bêhtir nebaş bûye.
JI BO KAMPANYAYÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ
Freemuse, ji bo piştgiriyê bide hunermendên li Tirkiyeyê û dozên li dijî wan hatine vekirin bên betalkirin dest bi kampanyayê kir û ji bo kampanyayê banga tevlîbûnê kir.
Navnîşana ji bo îmzekirina metna kampanyayê ev e:
https://freemuse.org/def_art_freedom/drop-charges-musician-ferhat-tunc-turkey/