Fransiyan li Avignonê ji bo Efrînê xwepêşandan kirin
Li bajarê Avignon ê Fransayê, bi wesîleya 24'ê Adarê Roja Efrînê ya Cîhanê çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Avignon ê Fransayê, bi wesîleya 24'ê Adarê Roja Efrînê ya Cîhanê çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî li ber avahiya şaredariyê pêk hat.
Xwepêşandan ji aliyê PCF, NPA, MRAP, France Insoumise Avignon, Solidaires 84, Mouvement des Jeunes Communistes du Vaucluse ve hate organîzekirin.
Qisekeran ji hikumeta Fransayê xwestin ku têkiliyên xwe yên bi Erdoğan re tavilê rawestîne û der barê Efrînê de gavê biavêje.