Fransî jî beşdarî Nobeta Ocalan ya li ber KE’ê dibin

Fransî jî beşdarî Nobeta Ocalan ya li ber KE’ê dibin

Çalakiya nobeta azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ên Kurd li Strasbourgê hatiye destpêkirin di hefteya 76’mîn de ye. çalakiya ku vê hefteyê Kurdistaniyên ji bajarê Evry û Gringy ên Fransayê hatin nobet dewir girtin, dostê Kurdan ên Fransî û komên çepgir jî pişgirî didinê.

Çalakiya Nobetê ya ji Ocalan re Azadî ku 25’ê Hezîrana 2012’an de li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) ya li bajarê Strasbourg yê Fransayê destpê kir, bê navber berdewam dike. Çalakiya ku kete roja 529’an ji roja Yekşemê ve çalakvanên ku ji bajarên Evry û Grîgny ên nêzî Parîsê hatîn dewir girt. Ji bo piştgirî dayîna endamên nû ên çalakiyê, dostên Kurdan ên Fransî, ji pêkhateyên Eniya Çep (FG) endamên Koma Komunîst ya Alsace bi dorveger beşdarî çalakiyê dibin.

Endamên komê li rexmî hewaya sar jî li ber avahiya KE’yê çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakvan broşûrên binavê ‘Ocalan Kî ye?’ ên bi zimanê Almanî, Fransî û Îngilîzî belav dikin û her wiha pirtûkên biçûk ên Ocalan yên binavê ‘Konferderalîzma Demokratîk’ û ‘Li Kurdistanê Aştî û Şer’ belav dikin. Di çalakiya nobetê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û girtiyên siyasî îmzeyan kom dikin, her wiha li ser pirsgirêka Kurd û armanca çalakiyê dikevin nava diyalogê de .

Berdevkê koma nû Serdar Bêrtî got, li semta ku çalakiya nobet lê pêktê Fransayên li vir dirûnin  piraniya wan îmze avêtin û da diyarkirin ku, herî zêde jî ji turistên serdana KE û saziyên din dikin eleqeyê dibînin. Bêrtî da diyarkirin ku, ji roja Yekşemê ve bi sedan danezan belavkirine. Serdar Bêrtî anî ziman ku, heya niha li Evry û derdorê wê bi hezaran îmze komkirine.

Ji çalakvanan Sînan Delen jî got, “azadiya Ocalan bi azadbûna gelê Kurd ve girêdayî ye û ji ber vê çendê jî heya ku azadî pêkneyê ew dê çalakiyên xwe berdewam bikin.” Çalakvanê binavê Feyyat Hasar jî got, ji dervey kampanya li derdora bajarên Evruy û Grîgny ew bi hatina Strasbourgê jî keyfxweşe.

DOSTÊN KURDAN Û KOMUNÎSTÊN FRANSÎ JÎ DI ÇALAKIYÊ DE NE

Çalakiya li ber avahiya KE’yê endamên Komeleya Dostên Kurdan Alsace û endamên Koma Komunîst ya Alsace (CCA) jî piştgiriyê didin çalakiyê. Serokê Komeleya Dostên Kurdan Bernard Revollon û du endamên wê rojên Duşemê û Sêşemê li gel çalakvana danezan belavkirin û îmze komkirin.

Endamên CCA ên ji pêkhateyên locale ên Eniya Çep (FG) dê ji roja Çarşemê heya Şemiyê ji bo piştgiriya çalakiyê dê beşdar bibin. Ji endamên CCA’yê ku duh beşdarî çalakiyê bibû Erwan Le Clech da diyarkirin ku, ji bo piştgiriya xwe nîşanî gelê Kurd û Rêbertiya wê bikin wan xwestiye beşdar bibin. Le Clech got: “Em weke tevgereke marksîst-lenînîst em dê li dijî pêkanînên faşîst ên dewleta Tirk û Ewropayê yên li hemberî Kurdan bin. Em Bizanabûna ku têkoşîna hemû gelan bi hev ve girêdayî ye tevger dikîn û têkoşîna Kurdan jî girêdana xwe bi têkoşîna antî-faşîst ya li Fransayê heye. Eger em bikarin faşîzma li Kurdistanê sinordar bikîn, em dê bikarin ya li Fransayê jî sinordar bikîn.”

Le Clech wiha got: “Emperyalîzm pêkanînên faşîzane yên li Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd tênekirin destek dike. Ez dixwazim bêjim, em weke CCA hemû rêbazên têkoşînê ku gelê Kurd ji bo azadiyê guncaw dîtine piştgiriyê didinê. Em piştgiriyê diin têkoşîna mafdar ya PKK’ê û em daxwaz dikîn ku, demek ji demekê zûtir Birêz Ocalan bê azad kirin.”

Endamê CCA’yê da zanîn ku, ew dê heya roja Şemiyê bi dorveger piştgiriya çalakiyê bikin.

76 HEFTEYE BÊ NAVBER DIDOME

Çalakiya nobeta azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ên Kurd 25’ê Hezîrana 2012’an de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Bajarê Strasbourg ya Fransayê destpêkirî didome û yek ji çalakiyên herî dirêj ya Kurda ne. Çalakiya nobetê li semta Robertsau ya Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME), Parlementoya Ewropayê (PE), Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) berdewam dike û her roja Yekşemê komên nû beşdar dibin. Çalakî her roj di navbera demjimêrên 7-17 de didome. Di çalakiyê de heya niha bi deh hezaran broşur, danezan û biyografî hatine belavkirin û zêdetirî 14 hezar îmze hatine komkirin.