Li Fransayê desthilatdariya sosyalîst, du endamên ETA’yê ku ji aliyê Spanyayê ve tê lêgerîn, radest kir.
Polîsên Spanyayê du endamên ETA’yê yên bi navê Eneko Bîlbao û Aîngeru Cardano ji Fransayê girtin û çûn Spanyayê. Ev daxuyanî ji aliyê polîsê Spanyayê ve hat.
Edeleta Spanyolê di navbera Eneko Bîlbao û faliyetên lojîstîk yên ETA’yê de têkiliyê datîne. Di kanûna 2006’an de Bîlabao li navenda Fransayê hat girtin. Bîlbao ji aliyê edeleta Spanyayê ve wekê ‘terorîst, endamê rêxistinê’ tê sûcdarkirin.
Aîngeru Cardano di 2007’an de li herêma Bask ya Fransayê hat girtin û ji aliyê Dadgeha Netewî ya Saziya Cezaya Bilind lêgerîna wî hebû.
Merciyên Fransayê di 10’ê Çileyê de kesê bi navê Crîstîna Goîrîcelaya ku dihat gotin endamê ETA’yê ye radestî Spanyayê kiribû. Goîrîceleya bi îdiya ku, ‘hevkariya çeteyekê bi çekdar dike’ tê sûcdarkirin.
Di 2012’an de Fransayê kesê bi navê Aurore Martîn jî Spanyayê kir.
ETA’yê di 20’ê cotmeha 2011’an de dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî anî bû. Ji aliyê Spanyayê ve di 2003’an de partiya Baskê Batasuna ya lingê ETA’yê bû qedexe kir. Batasuna di meha çileyê de xwe fes kir. Lê li Fransayê bi heman navî xwe didomîne.