Fransa wê 500 penaberê ji Sûriyê werbigire
Fransa wê 500 penaberê ji Sûriyê werbigire
Fransa wê 500 penaberê ji Sûriyê werbigire
Fransayê ragihand ku ji penaberên ji şerê navxweyî yê Sûriyê reviyane, dê bi tenê 500 ji wan qebûl bike. Hejmara kesên ku îsal ji Sûriyeyê bi derfetên xwe çûne Fransa nêzî 700 e û di sala 2012’ê de jî 650 bû.
Li gorî daxuyaniya ku Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Penaberan (UNHCR), biryara mijara gotinê di hevdîtina navbera Serokwezîrê Fransayê Françoîs Hollande û Komîserê Bilind Antonîo Guterres de hatiye girtin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 500 kesên bên qebûlkirin wê ji penaberên "rewşa wan hesase" bê hilbijartin.
Nûnerê UNHCR yê Fransayê Phîlîppe Leclerc jî beriya niha bibîr xist ku divê welatên endamên Yekitiya Ewropayê, barê penaberan ên Tirkiye, Urdun, Libnan û Iraq sivik bikin. Leclerc diyar kir ku ewê detayên peymana li ser qebûlkirina penaberan, di rojên pêş de bi wezaretên pêwendîdar binirxînin.
Yek ji endamên Yekitiya Ewropayê (YE) Elmanya di meha Îlonê de bersiv da banga UNHCR û diyar kiribû ku ewê 5 hezar penaberên Sûriyê qebûl bikin. UNHCR’ê ji YE xwesitbû ku di sala 2013’an de 10 hezar û di sala 2014’an de jî 30 hezar penaberê ji Sûriyeyê qebûl bike.
DI 8 MEHAN DE TENÊ 700 PENABERÊN JI SÛRIYEYÊ SERLÊDAN KIRIN
Li aliyê din, hejmara kesên li Fransayê serlêdana wan a mafê penaberiyê hatiye qebûlkirin 700 derbas nekiriye. Hikûmeta Firansa heya hevpepeymana ku duh li gel UNHCR’ê kirî jî tenê dosyayên penaberên ku bi derfetên xwe karîne bikevin welatê wan lêkolîn kiriye.
Di sala 2012’an hejmara kesên serlêdana penaberiyê li Daîreya Bêwelatan û Penaberên Fransa (OFPRA) kirin, bi tenê 650 bû. OFPRA bersiva erênî da ji sedî 95 ê serlêdanan.
Fransa ji destpêka krîza Sûriyeyê û pê ve bi alîkariya xwe ya dida muxalîfan tê zanîn. Fransa ku di derketina şerê hindir de rolekî sereke leyistî, dema ku deriyên xwe ji penaberên ku ji şer direviyan ne vekir ji aliyê gelek saziyên mafê mirovan ve bi zimanekî tund hate rexne kirin.
Ji Adara 2011’an heya niha bi sedema şerên ku destpêkirine tê gotin ku hejmara Sûriyeyên bûne penaber 2 mîlyon derbas kiriye.