Folkvord: Ez serketina Rojava niha çêtir fêm dikim

Folkvord: Ez serketina Rojava niha çêtir fêm dikim

Siyasetmedar û nivîskarê Norwêcî Erlîng Folkvord, ku ji sala 1993'an û vir ve rewşa Kurdistanê ji nêz ve dişopîne, çû serdana Rojavayê Kurdistanê. Folkvord da xuyakirin, ku ew xebatên rêxistinbûyînê yên salên 90'î li Rojavayê Kurdistanê dihatin kirin, di roja îro de baştir fêm dike.

Folkvord, hevdîtina yekemîn a bi Rêberêg Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, Newroza sala 2013'an û gera xwe ya li Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re vegot. Folkvord diyar kir, ku di sala 1993'an de gava ew yekemcar ji Partiya Sor weke parlamenter hat hilbijartin, rojek piştî hilbijartinê rojnamevanekî Kurd ê li Norwêcê dijî li wî geriyaye û jê pirsî ye, ka wê ji niha û pê ve ji bo Kurdan çi bike û li ser vê yekê serpêhatiya wî ya Kurd û Kurdistanê destpê kiriye.

"EM BI TENÊ JI % 5 Ê HÊZA XWE LI DIJÎ TIRKIYÊ BIKAR TÎNIN"

Folkvord da xuyakirin ku ji bo dîtina têkoşîna gerîlayên PKK'ê, rêxistinbûyîna gelê Kurd û pêşketina têkoşîna jinê, ew di sala 1994'an de çûye Bakurê Kurdistanê, ji wê derê derbasî Rojava bûye û piştre çûye Sûriye. Folkvord hevdîtina xwe ya yekemîn a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re weha vedibêje: "Ji bo hevdîtina bi Ocalan re çûm Sûriyê. Ji ber karê wî gelek bûn, hevdîtina me hinekî dereng destpê kir. Min di hevdîtina xwe ya yekemîn de fêm kir, ku ew ne mirovekî şerxwaz e. Şer nedixwest, lê hebûna gerîla pêwîst didît. Ji xwe di sala 1993'an de agirbest îlan kiribû. Di vê hevdîtinê de gotineke ku Ocalan ji min re gotibû dixwazim parve bikim; Ocalan got, "Em ji sedî 5 ê hêza xwe li dijî Tirkiyê bikar tînin, sedî 95'ê hêza xwe li dijî paşverûtî û kêmasiyên xwe bikar tînin. Ji xwe, eger NATO ne li pişt Tirkiyê bûya, hingî me yê ev şer ji zû de qezenç bikira."

"LI ROJAVA GEL GELEKÎ BIRÊXISTIN E"
Folkvord diyar kir, ku ew rêxistinbûyîna wê demê ya li Rojavayê Kurdistanê, îro baştir fêm dike û axaftina xwe weha dewam kir:

"Berê jî ev rêxistinbûyîn hebû, lê veşartî bû, niha bi awayekî vekirî tê kirin. Li bajaran jiyan gelekî aram û asayî ye. Dikan vekirî, rê sererast in û li derdorê çop tineye. Li herêmên rejîma Sûriyê û Artêşa Azad a Sûriyê lê serdest in, tevgera mirovan tineye. Bajar vala ye."

"ASAYÎŞ EWLEKARIYÊ DIKE"

Folkvord anî ziman, ku ewlekariya nava bajaran ji aliyê Asayîşê ve tê kirin û got, "Li navenda bajaran, hêzên asayîşê yên bi unîformayên şîn ên amblema li ser asayîş dinivîsîne heye. Ji jin û mêran pêk tê. Tevî ewlekariya bajêr, kontrola rê jî dikin. Her weha dibistanan, nexweşxaneyan ava dikin." Folkvord destnîşan kir, ku PYD li bajarê Qamişloyê girîngiyê dide dîplomasiyê.

Parlamenterê berê ya Partiya Sor a Norwêcê Erlîng Folkvord her weha dibêje ew dixwaze li girava Îmraliyê biçe serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.