Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) aşkere kir ku ew ê roja 25’ê berfanbarê kongreya xwe ya 8’emîn a asayî li dar bixin. Federasyonê banga tevlîbûna kongreyê kir.
FKÊ bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ew ê di çarçoveya biryarên federasyonê de ku divê her du sal carekê kongreya xwe li dar bixin, dê 8’emîn kongreya xwe li Mala Êzîdiyan a li bajarê Celle ya Almanyayê li dar bixin.
FKÊ got: “Li gorî dêstûra FKÊ (Federasyona Komelên Êzdiyan) pêwiste ji 2 salan carekê Kongra me pêk were. Her weha, em di pêvajoyeke gelekî giring de derbas dibin. Pirsgirêkê civaka me ҫiqas diҫe zêde dibin. Ji bo ҫareseriya pirsgirêkê heyi û bersivdana pêwistiyê demê, hewcebûn bi nûjeniyê û rêveberiyeke xurt heye.”
Federasyona Komelên Êzdiyan di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku li ser vî esasî ji bo nirxandina kar û xebata 2 salên dawî û hilbijartineke demokratîk pêk were û got: “Em hemû endamên hêja, Êzdiyên bi rûmet, kesên bawermend, kesên demokrat, rewṣenbir, nunerên saziyan û dostên civaka Ezdiya bi berpirsiyariyeke mezin vexwendî Kongra xwe ya di 25-26.12.012 pêk were dikin, Em bi kêfxweṣi li benda we ne..
Rojeva kongreyê wiha ye: “
1,-Vekirin
2,- Hilbijartina Dîwanê
3,- Peyamê Mêvana n
4,- Rewşa Civakî û Siyasî
5,- Xwendina Rapora Kar û Xebatê û ya Darayi
6,- Pêşniyar-Biryar ji bo 2 Salan
7,- Hilbijartin
8,- Dawî
Dem : 25-26.12.2012
Seat : 10.00
Cih: Mala Êzdiya Celle
An der Koppel 21,
29227 Celle