Fisk: Esad li dijî DAIŞ'ê pêşniyara hevkariyê li DYA kir

Fisk: Esad li dijî DAIŞ'ê pêşniyara hevkariyê li DYA kir

Nûçegihanê navdar ê rojnameya Independent ê Rojhilata Navîn Robert Fisk di nivîseke xwe de diyar kir ku Sûriyeyê nameyek ji DYA re şandiye û li dijî DAIŞ'ê pêşniyara hevkariyê kiriye.

Robert Fisk di nivîsa xwe ya bi sernavê "Nameya Esad a ji bo Amerîka" de got, "Di nameyeke fermî ya Sûriyeyê ji Washingtonê re nivîsandî de, di şerê li dijî dijminê sondxwarî DAIŞ'ê de banga hevkariyê kir." Fisk da xuyakirin ku vê yekê Obama bi pirsgirêkeke dîplomatîk re rû bi rû hiştiye û got, "Maliyeta hevkariyekê dikare gelekî giran be."

Li gorî Fisk, Obama neçare vê pêşniyarê red bike, lê belê "kêm be jî bêyî şerm bike" Obama nikare vê bike.

Di nivîsa ji aliyê Berdevkê Parlamenta Sûriyeyê Mûhammed Cîhad el Laham ji Meclîsa Nûneran a DYA re hat nivîsandin de, bang li endamên Kongre û Senatoyê tê kirin ku "ji bo ji êrîşeke bombeyî ya qirêj a gengaz Amerîkî û Sûriyeyê bên rizgarkirin" li hemberî DAIŞ, El Nûsra û komên din hevkariyê bikin.

Di nameyê de tê îdîakirin ku komên mûxalefeta "nerm" a DYA dixwaze di şer de alîkariyê bide û wan perwerde bike, ji komên destekê didin DAIŞ'ê cuda nîne. Di nameyê de tê gotin, "Komên bi navê 'mûxalefeta nerm' tê binavkirin, mirovekî bêguneh, rojnamevanê Amerîkî yê serî hat jêkirin, firotine DAIŞ'ê."

Di dewama nameyê de hat gotin, "Tiştek nîne ku pêşî li firotina çekên DYA ji DAIŞ'ê re ji aliyê van koman bigire" û hat ragihandin ku ev yek ji bo komên mijara gotinê rewşeke asayî ye.