Fînlandiya çekan dide dîktatorên li Tirkiye û Rojhilata Navîn

Fînlandiya çekan difiroşe Tirkiyeyê ku mafên mirovan binpê dike û Efrîn dagir kiriye. Firotina çekan rê li ber nerazîbûna partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl vekir.

Li gorî rapora SaferGlobes ku saziyeke ramanî ya alîgirê aştiyê ye, Fînlandiyayê di navbera salên 2002-2016'an de bi du qatan zêdetir çek firotiye. Fînlandiyayê sala 2003'an bi buhayê 49 milyon Euroyî çek firot. Sala 2016'an qat bi qat zêde kir û bi buhayê 133 milyon Euroyî çek firot.

Ya ku SaferGlobesê dixe nava fikar û gumanan ew e, ku Fînlandiya çekan difiroşe dîktatoriyên li Rojhilata Navîn ku şer lê dewam dike. Sala 2013'an tenê 1 ji sedî yê çekên Fînlandiyayê ji welatên Rojhilata Navîn re hatin firotin. Lê ev rêje sala 2016'an bû 63 ji sedî.

Welatên sereke yên Rojhilata Navîn ku Fînlandiya çekan difiroşe wan; Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Qatar in ku li wan welatan mafên mirovan di asteke giran de tên binpêkirin û sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin.

Karsazekî Fînlandiyayî ji bo çekên şîrketa dewletê Patrîa bifiroşe li Ûgandayê bû, li wir mir. Mirina wî karsazî bû sedem ku polîtîkaya Fînlandiyayê ya li ser firotina çekan bê lêpirsîn.

RÊXISTINÊN AŞTIYÊ NERAZÎ NE

Rêxistinên civaka sivîl û aştiyê hikumeta Fînlandiyayê rexne dikin, ji ber ku çekan difiroşe welatên ku bi dîktatoriyê tên birêvebirin û mafên mirovan lê tên binpêkirin. Dixwazin ku çek ji wan welatan re neyên firotin.

Şîrketa dewletê Patrîa sala dawî 40 wesayitên zirxî ji Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî re firot. Şîrketa Sako AB jî çeka sekvaniyê ji Tirkiye û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî re firot.

Firotina çekên sekvanan divê ji aliyê Wezareta Parastinê ve bê erêkirin. Ji ber ku Wezareta Parastinê destûr da ku çek ji her du welatan re bên firotin, vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekir. Rêxistinên aştiyê bi bîr xistin ku rîsk heye; leşkerên Tirk çekan li dijî Kurdan û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî jî li Yemenê bi kar bînin. Lewma dixwazin ku bes çek ji wan welatan re bên firotin.

Fînlandiyayê sala 2012'an daxwaza Ozbekîstan û Turkmenîstan a ji bo kirîna çekan qebûl nekir. Lê sala 2015'an qebûl kir ku çekan bifiroşe Turkmenîstanê.

ÇEKÊN JI TIRKIYEYÊ RE TÊN FIROTIN LI DIJÎ KURDAN TÊN BIKARANÎN

Wezareta Parastinê ya Fînlandiyayê sala 2017'an 256 daxwazên ji bo firotina çekan qebûl kir. Welatên sereke ku daxwaza wan a ji bo kirîna çekan ji aliyê Fînlandiyayê ve hate qebûlkirin Swêd, Polonya û Tirkiye ne. Fînlandiya bi giranî êlekê ji pola, kumê bi zirx û amûrên teknîkî difiroşe Tirkiyeyê. Dema ku rêjeya çekên bên firotin di ser 1 milyon Euroyî re be, hingî divê ji aliyê hikumetê ve were erêkirin.

Ya ku herî zêde serê hikumetê diêşîne, firotina çekan ji bo Tirkiyeyê ye. Adara îsal, di dema êrîşên dagirkirina Efrînê de Yekîtiya Çep diyar kiribû ku Tirkiye çekan li dijî Kurdan bi kar tîne û ji hikumetê xwestibû ku bes çekan ji Tirkiyeyê re bifiroşe.

Yekîtiya Çep ku 12 wekîlên xwe li parlamentê heye, hikumet sûcdar kiribû ku bi desteka çekan a ji bo Tirkiyeyê, qanûnên navneteweyî û mafên mirovan binpê dike.

Di rapora SaferGlobesê de hate ragihandin ku Fînlandiyayê sala 2016'an bi buhayê 12 milyon Euroyî çek firotiye Tirkiyeyê.

FIROTINA ÇEKAN ALOZIYA LI HERÊMÊ GIRANTIR DIKE

Rêxistinên aştiyê; Komîteya Sedan û Federasyona Aştiyê daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku firotina çekan ji bo welatên Rojhilata Navîn mirovan dixe nav şoqê. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Firotina çekan ji bo welatên Rojhilata Navîn tevlîheviya li herêmê zêde dike. Ji bo welatekî ku xwe weke parêzvanê mafên mirovan nîşan dide, zêdekirina firotina çekan ne çareseriyeke rast e."

Li gorî rapora Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRÎ), Fînlandiya di nava welatên ku herî zêde çekan difiroşin de di rêza 23'an de ye.