Filistînê ji bo statûyê serî li NY da

Filistînê ji bo statûyê serî li NY da

Rêveberiya Filistinê ji bo statuya dewleta çavdêr ya ku ne endamê Lineya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ye ku sibe destpê dike dê serlêdanê bike.

Di Lijneya Ewlekariyê ya NY de pirsgirêka statûya Filistinê ku rastî kelema vetoyê ya DYA’yê hat, dê hewil bidin di Lijneya Giştî de çareser bikin. Beriya civînê Lijneya Giştî ku sibe destpê dikin, heyetek ji rêveberiya Filistînê çû New Yorkê û ji bo herêma Filistîn weke “dewleta çavdêr ya ne endam” di Lijneya Giştî de bê naskirin serî li Sekretertiya Giştî da.

Ji bo naskirina statûya Filistînê di Lijneya Giştî ya NY de hêjmara heyî têr dike. Tê texmîn kirin ku niha li ser serlêdana Rêveberiya Filistînê 115 welat piştgiriyê didin.

Sala borî Vatîkan û Swîsreyê bi vê rêyê di NY’ de mafê nûnertiyê qezenc kiribû.