Filistîn weke 'dewleta çavdêr ya ne endam' hate pejirandin

Filistîn weke 'dewleta çavdêr ya ne endam' hate pejirandin

Di dengdana Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de Filistîn bi 138 dengên ‘erê’ weke “dewleta çavdêr ya ne endam” hate pejirandin.

Di dengdana îşev ya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de kû rêveberiya Filistînê ji bo weke “dewleta çavdêr ya ne endam” serî li Neteweyên yekbûyî dabû hate deng dan. Di dengdanê de ji 198 welatan, 138 welatan dengê ‘erê’ 41 welatan dengê ‘bêlayen’ û 9 welatan jî dengên ‘na’ bikaranîn û li gorî vê Filistîn weke ‘dewleta çavdêr ya ne endam’ hate pejirandin.

Di Lijneya Ewlekariyê ya NY de pirsgirêka statûya Filistinê ku rastî kelema vetoyê ya DYA’yê di hat, rêveberiya Filistînê hewil dida di Lijneya Giştî de çareser bikin. Beriya civînê Lijneya Giştî destpê bike, heyetek ji rêveberiya Filistînê çû bû New Yorkê û ji bo herêma Filistîn weke “dewleta çavdêr ya ne endam” di Lijneya Giştî de bê naskirin serî li Sekretertiya Giştî dabû.

Sala borî Vatîkan û Swîsreyê bi vê rêyê di NY’ de mafê nûnertiyê qezenc kiribû.