FIDH: Hikûmetê dest bi nêçirê kir
FIDH: Hikûmetê dest bi nêçirê kir
FIDH: Hikûmetê dest bi nêçirê kir
Komîsyona Mafên Mirovan a Navnetewî (FIDH), der heqê bûyerên Parka Gezî de rapor amade kir û zexta li dijî xwepêşandêrên Parka Gezî û civaka sivîl di asta "bi tirs û fikar" de nirxand û got, "Hêzên fermî yên dewletê, dest bi nêçira xwepêşandêrên aştiyane, çavdêr û mirovên alîkarî dane xwepêşandêran kirine."
Di raporê de hat ragihandin ku di mijara şopandina sûcên li dijî xwepêşandêran de, ji aliyê meqamên fermî ve kêmasî û xemsarî heye.
FIDH, dîmenên kamera yên êrîşa li dijî Alî Îsmaîl Korkmaz ê li Eskîşehîrê di encamê de jiyana xwe ji destda nirxand û got, "Kêliya kuştina Alî Îsmaîl ji aliyê kameraya ewlekariyê ya otêlekê ve bi awayekî zelal hat kişandin, lê piştî ku polîsan dest danîn ser vî dîmenî, êdî ket rewşeke nema bê bikaranîn."
FIDH'ê di rapora xwe de di çarçoveya agahiyên Rojnamevanên Sînornenas de cih da rojnamevanên ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin. FIDH'ê di rapora xwe de cih ji 5 kesên jiyana xwe ji dest dan re veqetand û got, "Gelek caran, êrîşkarên bi kincên sivîl êrîşî xwepêşandêran kirine. Roja 6'ê Tîrmehê kesekî di dest de sator êrîşî xwepêşandêran kiriye û dîmenê wî hatiye kişandin. Hin dîmenên cûda yê bûyerê nîşan dan ku polîs li hemberî wî gelekî qels, di ser re de jî helwesteke nerm nîşanî wî didan."
FIDH ragihand ku ji roja destpêkirina xwepêşandanan û vir ve heta niha di ti lêpirsînan de berpirsyar û êrîşkar nehatine girtin û got, "Ev rewşe bi guman nîşan dide ku lêpirsîneke cidî ya polîsan wê neyê kirin. Bê ceza hiştin, bêguman wê rê li ber binpêkirinên vekirî û giran ên li dijî welatiyan veke. Di raporê de hat bibîr xistin ku parêzerên xwepêşandêran li Edliya Çaglayanê rastî êrîşê hatine, lê der heqê vê mijarê de jî ti lêpirsîn nehatiye destpêkirin.