Fîcht: Me nota krediyê ya Tirkiyê kêm kir

Fîtch Ratîngs rewşa nebaş a aborî ya Tirkiyê destnîşan kir û got, wan nota krediye ya Tirkiyê kêm kiriye.

Saziya nirxandina krediye ya navnetewî Fîtch Ratîngs ragihand ku wan nota krediyêya Tirkiyê kêm kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin di kategoriya pereyên biyanî de ya domdirêj nota krediye ya Tirkiyê ji asta ‘BB+’ kêmî ‘BB’yê kirine û dîtbariya notê jî ‘negatîf’ e.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji ber zêdebûna enflasyonê û ya hevnegiriya carî rîskên li ser aramiya aboriya makro zêde bûne.

‘PIŞTÎ HILBIJARTINÊ JÎ..’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku krebîlîteya polîtîkayên aboriyê van çend mehên dawî ne baş bûne û politikaya pêşî ya piştî hilbijartinê nediyariya aksiyonan zêdetir kiriye.

Fîtch Ratîngsê got pêdiviya finansa biyanî ya mezin a Tirkiyê li bara şokan rewşa Tirkiyê naziktir dike.