Festîvala Mazlûm Dogan li Den Haagê dest pê kir
Li Den Haagê ya Hollandayê Festîvala Mazlûm Dogan a 21’ê bi coşî û kelecaniyeke mezin dest pê kir.
Li Den Haagê ya Hollandayê Festîvala Mazlûm Dogan a 21’ê bi coşî û kelecaniyeke mezin dest pê kir.
Festîvala Ciwanan a Mazlûm Dogan ku ya pêşî 1997’an li Belçîka Leuvendê dest pê kirî, îro cara 21’ê pêk tê. Bi dirûşma ‘’Li dijî faşîzmê serî rake, Rêbertî azad bike’’ îro li Hollanda Dden Haagê bi sedan ciwna hatin cem hev. Festîval bi meşeke bêhmepa ya bi flamayên PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir. Piştre bi sirûda Çerxa Şoreşê ji bo şehîdan deqeyekê rêz hate girtin.
‘DIVÊ EM RÊBERTÎ AZAD BIKIN’
Di festîvalê de li ser navê Ciwanên Azad Şoeş Andok axivî û got, ‘’Îro 14’ê Tîrmehê ye, di şexsê rêberê mezin ê berxwedana zindanê Mazlûm Dogan de em hemû şehîdên Kurdistanê û şehîdên şoreşa cîhanê bi bîr tînin û li ber wan bejna xwe ditewînin. Fermandarê mezin ê Berxwedana Xwerêberiyê Çiyager û lehenga fedaî ya Berxwedana Efrînê Avesta Xabûr vê pêvajoyê pêşengên ciwan in. Xwedîderketina li bîranîna wan bi şikandina tecrîda li ser Rêber Apo pêk tê. Bi vê çarçoweyê ciwan li dijî faşîzmê divê serî rakin û Rêbertî azad bikin.’’
Her wiha Komalên Ciwan jî peyameke dîtbar ji ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst re şand.
TURNÛVAYA FOTBOLÊ Û KONSÊR
Bi çarçoweya festîvalê niha maça dawî ya turnuvaya futbolê tê lîstin. Fînalîst Veger Umut Elmanya û Kurd Potsdam ji bo bîranîna festîvalê ji bo kupaya şampiyoniyê dilîzin. Piştî lîstika gokê wê konserek çêbibe.