Fermandariya Odeya Çalakiyan: 272 çete hatin kuştin, 640 km2 hate rizgarkirin
Fermandariya Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê, bîlançoya Qonaxa 3. a Pêngava Xezeba Firatê ragihand. Di şer de 272 çete hatin kuştin, 640 km2 hate rizgarkirin.
Fermandariya Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê, bîlançoya Qonaxa 3. a Pêngava Xezeba Firatê ragihand. Di şer de 272 çete hatin kuştin, 640 km2 hate rizgarkirin.
Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bîlançoya Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê ku hîn jî didome eşkere kir û got ku di vê qonaxê de herêmek bi berfirehiya hezar û 640 km2 hat rizgarkirin.
Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê bîlançoya Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê ku hîn jî bi hemû hêza xwe didome da û got ku di vê qonaxê de herêmek bi berfirehiya hezar û 640 km2 hatiye rizgarkirin. Daxuyanî li gundê El-Menaxir ji aliyê Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ve hat xwendin. Fermandarên Xezeba Firatê û Meclîsa Sivîl a Reqqayê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî wihaye: ʺHêzên me beşek din a girîng ji armancên xwe yên pêkanîna rizgarkirina bajarê Reqqa û gundên wê ya ji terora DAIŞʹê pêk anî û di çarçoveya Pêngava Sêyemîn a Rizgarkirina Reqayê de ji 2 baskan pêş ve çû. Hêzên me ji Baskê Bîr El-Hiba 540 Km2 ji herêmên rojhilatê bajarê Reqqa ji çeteyan rizgar kirin, di nava vê herêmê de bajaroka Kerama ya Stratejîk hebû ku çeteyan weke bargeheke sereke bikar tanîn.
Hêzên me li baskê Ebû Xeşeb jî herêmek bi berfirehiya hezar û 100 km2 ji çeteyan rizgar kirin. Bi vê yekê berfirehiya tevahiya herêmên rizgrakirî bû hezar û 640 Km2, di vê herêmê de bi dehan gund û mezrik hene. Li herêma rizgarkirî bi hezaran welatiyên sivîl hatin rizgarkirin, hêzên me welatiyên ji çeteyan hatin rizgarkirin, vediguhezînin herêmên bi ewle. Ekîbên hêzên me yên pispor jî gundên hatine rizgarkirin ji mayînan paqij kirin û riya vegera welatiyan a gundan hêsan kir.
PÊŞWAZIYA GEL
Em berxwedana Fermandar û şervanên me yên ku dastanên berxwedanê nivîsandin û komên çete yên DAIŞʹê têk dibin û êrîşên wan ên li pey hev şikandin silav dikin. Di heman demê de em spasiya gelê herêmê dikin ku bi germahî pêşwaziya şervanên me kirin û di çalakiyên wan ên li dijî çeteyan alîkar bûn.
GUNDÊN ROJHILATÊ REQA BI PIRANÎ HATIN AZADKIRIN
Bi dawîkirina çalakiyên leşkerÎ em radighînin ku hêzên me piraniya herêmên rojhilatê Reqqa bi beşarbûna hêzên YPG, YPJ, Meclîsa Dêra Zorê ya Leşkerî û hêzên Nuxbe ku di bin sîwana QSDʹê de cih digirin û bi piştgiriya Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞʹê û beşdarbûna komên pspor û şêwirmendan pêk anî.
RÊVEBERIYA HERÊMÎ WÊ RADESTÎ MECLÎSAN WERE KIRIN
Em careke din tekez dikin ku Wê rêveberiya herêmên di parêzgehê de hatine rizgarkirin radestî Meclîsa Sivîl a Reqqayê û gund û hêzên ewlekariya navxweyî ya girêdayî wê were kirin. Hêzên me QSD jî wê bi awayekî çalak parstina herêmê bike û sivîlan ji êrîşên komên terorist ên DAIŞʹê biparêze. Em Mizgîniyê didin gelê xwe yê Reqqayê ku dema şerê rizgarkirina bajarê wan ji çeteyan nêzîk bûye.
BÎLANÇOYA ŞER
Encama çalakiyên me yên pêngavê:
Erebeyeke Doçka hate ruxandin
Pênc erebeyên leşkerî
12 erebeyên bombebarkirî
Çar motorsklêt
Çekên Katyûşa 2
Fûzayek germahiyê
Depoya cebilxaneyê ya çeteyan hate topbarankirin
Di şer de 272 çete hatin kuştin, ji van cenazeyê 67 çeteyan ketin destê şervanên me. Her wiha tibabek çek û cebilxane ketin destê şervanê me. Cihekî dermanan û çêkirina madeyên teqemeniyê yên çeteyan hate dîtin.
Di vê pêngavê de heta niha 14 şervanên me (QSD) yên di şerê li dijî çeteyan fedekariyek mezin kirin, şehîd bûn.ʺ