Fermandariya HPG'ê ya Geverê: Eleqeya me bi kuştina Atsiz tineye

Fermandariya HPG'ê ya Geverê: Eleqeya me bi kuştina Atsiz tineye

Haci Îrfan Atsiz di 12'ê Mijdarê de li navçeya Colemêrg Geverê ji aliyê kesekî bi maske ve bi 4 guleyan hat kuştin. Der barê îdîaya ku berpirsyariya vê kuştinê dixe stuyê PKK'ê de Fermandariya HPG'ê ya Geverê belavokek weşand. Fermandariyê got, "Ti eleqeya me bi mirina Atsiz nîne."

Der barê bûyera Haci Îrfan Atsiz ê li navçeya Colemêrg Geverê di 12'ê Mijdarê de li kolanek pişt mala xwe, ji aliyê kesekî bi maske ve bi 4 guleyên li serî ketî hat kuştin de, Fermandariya HPG'ê ya Herêma Geverê belavokek belav kir. Di belavoka duh li navenda navçeyê û li taxan hat belavkirin de kuştina Atsiz weke "Çalakiya dijmin" hat binavkirin.

Di belavokê de hat gotin, "Ti sedemeke mafdar a kuştina mirovekî 60 salî yê Misilman nîne. Di serî de tevgera me û gelê me, wê ji bo dîtina kujer an jî kujerên Haci Îrfan, bixebite" û hat destnîşankirin ku kuştina mirovekî 60 salî bê wijdanî ye.

Rojname û malperên nêzî Hudapar û Hîzbûllahê, di kuştina Haci Îrfan Atsiz de PKK û HDP sûcdar kiribûn. Fermandariya HPG'ê ya Herêma Geverê di belavoka xwe de bal kişand ser vê xalê: "Ti eleqeya me bi kuştina Haci Îrfan Atsiz nîne. Li Geverê di dema dawî de zexta dijmin zêde bûye. Ev cînayet jî ji aliyê dijminên Kurdan ve hatiye kirin. Kuştina mirovekî 60 salî ne exlaqî ne jî wijdanî ye."

Fermandariya HPG'ê ya Geverê got, "Berpirsyarê vê, her kesê ji dijmin an jî pêwendiya xwe bi dijmin re heye, wê berdêla vê bi giranî bide" û ji malbata Haci Îrfan Atsiz û gelê Kurd re sersaxî xwest.

'JI MIRINAN HIKÛMETA AKP'Ê BERPIRSYAR E'

Fermandariya HPG'ê ya Geverê da zanîn ku piştî bûyera kuştina 3 leşkeran a li navenda navçeyê ya meha Cotmehê, hêzên ewlekariyê zextên xwe yên li gel zêde kirine, ketine sixêf li gel kirine û got, "Ji bûyera mirina leşkeran a rû daye hikûmeta AKP'ê ya faşîst berpirsyar e."

Di belavokê de hat gotin, "Ziman û rêbazên hikûmeta di pêvajoya çareseriyê de zehmetiyan dikşîne bikar tîne, nîşan dide ku çiqasî biçûk bûye. Hêzên ewlekariyê, sîxur û noker ne di nav de, divê gelê me yê Geverê kesên li hemberî gelê me yê sivîl êrîşên çekdarî dikin zevt bike û radestî rêxistinê bike" û hat ragihandin ku di dema dawî de qetilkirina sivîlan, êrîşa li hemberî nirxên egl, serdegirtina mal û kargehan, parçeyek ji stratejiya şerê taybet e.

'DI SERHILDANAN DE DERXISTINA ÇEKÊ, QEHREMANIYA ERZAN E'

Fermandariya HPG'ê ya Geverê di belavoka xw de serhildan û pirsgirêkên rojane jî nirxand. Di belavokê de hat diyarkirin ku her şêwe çalakî û serhildanên bê kontrol û zerarê bide gel, wê weke çalakiyên kontrayî bên binavkirin û helwesteke zelal li hemberî vê bê nîşandan. Di belavokê de hat gotin, "Di dema serhildanan de, derxistina çekê ji aliyê hin koman ve, afirandina bingeha provokasyonê ye û ev yek gelê me bi komkujiyê re rû bi rû dihêle. Divê dest ji qehremaniyên bi vî rengî yên erzan bê berdan."

Di belavokê de herî dawî bal hat kişandin ser zêdebûna faîz û kira xaniyên li navenda navçeyê û hat ragihandin ku wê li hemberî vê têkoşîn were dayîn.