Fermandariya Giştî hebûna El Qaîdeyê ya li sînor qebûl kir
Fermandariya Giştî hebûna El Qaîdeyê ya li sînor qebûl kir
Fermandariya Giştî hebûna El Qaîdeyê ya li sînor qebûl kir
Femandariya Giştî îdia kir ku , pitşî ku guleyeke hawanê ji herêma Çiyayê Azaz ya Sûriyeyê, avêtin Tikriyeyê, şûnde Mewziyên aydê rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam Iraqê bi obusan bersiv hatiye dayîn.
Di malpera fermandariya Giştî de hate îdia kirin ku 15’ê cotmehê de ji herêma Çiyayê Azaz/Parsa guleyeke hatiye li nêzî Qerekola Hudut ya Demîrişik ya Kîlîsê ketiye û piştî li hemberî mewziyên aydê rêxistinên Dewletî Îslamî ya Şamê ya Iraqaê top hatine avêtin.
Bi vê nûçeyê Fermandariya Giştî cara yekemîn hebûna El Qaîdeyê ya li sînor qebûl kiriye.
HRW HIŞYAR KIRIBÛ
Rêxistina Şopandinê ya Mafê Mirovan (Human Rights Watch) di 11’ê cotmehê de raporek weşand û diyar kir ku komên îslamî yên radîkal li ser Tirkiyeyê ketine Sûriyeyê û hat gotin ku Tirkiye piştgiriya çekan û taktîkê dide van koman.
Di raporê de hat gotin ku ji serê meha tebaxê heta niha komên OSO û yên girêdayê El Qaîdeyên herî kêm 190 sivîl qetilkirine. HRW’ê da zanîn ku komên sûcên mirovahiyê dikin şervan û çekan ji tikriyeyê derbas dikin û bang li Konseya Ewlehiyê ya NY’ê kiribû ku bang li Tikiyeyê bikin.
Tirkiyeya ku deriyên sînor ji alîkariyê re girtiye, ji çeteyan re vekiriye. Têlên xetê yên sînorên Serêkaniyê û Dirbêsiyê di meha îlonê de ji çeteyan re hat vekirin. Dîmenên çeteyan yên dema derbasbûnê jî hatibûn kişandin.