Fermandarê MFS: Armanca me rizgarkirina gundên li derdora Til Hemîsê ye
Fermandarê MFS: Armanca me rizgarkirina gundên li derdora Til Hemîsê ye
Fermandarê MFS: Armanca me rizgarkirina gundên li derdora Til Hemîsê ye
Hêza parastinê ya Asûrî-Suryaniyên li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dijîn MFS, bi YPG'ê re li dijî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke bêhempa dimeşînin. Fermandarê MFS JohanKosar diyar kir ku armanca wan rizgarkirina 150 gund û gundikên nêzî Til Hemîsê ye, ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin.
Kosar ji Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Suryaniyan (SINA) re axivî û der barê operasyona beriya niha bi YPG'ê re li Til Hemîsê dan destpêkirin de agahî da: "Ev demeke operasyona Til Hemîsê destpê kiriye. Konseya Leşkerî ya Suryaniyan (MFS) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di vê operasyonê de bi hev re tevdigerin. Gundên di destpêka operasyonê de me ji terorîstên DAIŞ'ê rizgar kirine, hînê di bin kontrola me de ne.
Gund û bajarokên mîna Til Merûf, Reya, Şermûk, Hareke, Ebû Xezaf, Ebû Xesayb hatine rizgarkirin. Suryaniyên li van gundan niha nînin û bi tenê şervanên MFS û YPG'ê dimînin."
"ARMANCA ME RIZGARKIRINA 150 GUNDÊN LI DERDORA TIL HEMÎSÊ YE"
Fermandarê MFS'ê Johan der barê gundên MFS û YPG dixwazin wan rizgar bikin de axivî û anî ziman ku armanca wan rizgarkirina 150 gundên li derdora Til Hemîsê ye. Kosar da zanîn ku DAIŞ bi qasî saleke li vê herêmê bicih bûye.
Fermandarê MFS'ê ragihand ku di navbera çeperên wan û yên çeteyên DAIŞ'ê de bi roj 1,5 kîlometre, bi şev jî 400-500 metre heye û destnîşan kir ku ew bi giranî kemînan datînin pêşiya çeteyan.
Johan Kosar diyar kir ku eger DAIŞ Kobanê têk bibe, wê firsendê bi dest bixe ku êrîşî Gozarto (piraniya şêniyên wê Suryanî ye) ya li Kantona Cizîrê, bike. Johan Kosar anî ziman ku Kobanê nekeve jî pêkane ku DAIŞ êrîşî vê herêmê bike.
ELEQEYA SURYANIYAN A JI MFS Û SUTORO ZÊDE DIBE
Kosar da zanîn ku baweriya gelê Asûrî-Suryanî ya li hêza parastina cewherî her roj zêde dibe û got, "Gelê me dît ku hin mirov hene Gozarto diparêzin. Mirov ji vê gelekî kêfxweş in. Bi zêdebûna êrîşên me re tifaqa gelê me ya bi MFS û Sutoro (milîsên asayîşê) xurtir dibe. Her wiha di nava MFS de Xiristiyanên ji Ewropayê hatine jî cih digirin.
Kosar ragihand ku di destê hêzên MFS'ê de çekên weke kalaşnîkov, BKC, doçka û RPG hene û got, "Çeka me ya herî mezin vîna me ye." Fermandarê MFS'ê Johan Kosar peyam da gelê Asûrî-Suryanî yên li derveyî Bethnahrîn (derveyî welat) û got, "Em leşkerên gelê xwe ne, em ji bo azadiya gelê xwe şer dikin."