Fermandarê ku DYA û Fransa xist çonga: Giap
Fermandarê ku DYA û Fransa xist çonga: Giap
Fermandarê ku DYA û Fransa xist çonga: Giap
Fermandarê efsanewî yê Vîetnamê General Vo Nguyên Gîap duh li paytext Hanoî jiyana xwe ji dest da. General Gîap, di dema mêtîrngeriya Fransayê ya Vîetnameê de û rizgarkirina ji dagirkirina Amerîkayê fermandariya artêşê kiriye û wek lehengê netewî hatiye bi navkirin.
Vo Nuyên Gîpa di 102 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da û fîgurekî girîng yê şerê azadiya Vîetnamê bû û lê qet neçibû dibistana leşkerî. Bi salan li dijî Fransa û Amerîkayê kete nava şer û generalên wan jî ew wek heybetek mezin dîtin. Gîap heybeta xwe ya leşkerî di sala 1954’an de bikaranî û bi dagirkirina Dîen Bîen Phu re dabeya ku dawî li mêtîngeriya Çîn Hîndî ya di bin Fransayê de bû anî.
DI 14 SALIYA XWE DE LI DIJÎ MÊTÎNGERIYÊ TÊKOŞÎN DEST PÊ KIR
Gîap di 1911’ê de li herêma Quang Bînh hat dinê û ji 14 saliya xwe û şûnde li dijî mêtîngeriya Fransayê ya Vîetnamê dest bi têkoşînê dike. Jia liyê rêveberiya mêtînger ya Fransayê ve di sala 1930’an de dikeve girtîgehê. Piştre mamosteiya dîrokê û fransî dike.
Di sala 1939’an de dibe endamê partiya Komunîst a Çîn Hîndî û di 1940’an de derbasî Çînê dibe û û tevli lîderê şoreşa Vîetnamê Ho Chî Mînh dibe. Di 1941’ê de bi Ho Chî Mînh re ji bo vekirina Lîga Rizgariya Vîetnamê (Viet Minh) pêşengiyê dike. Di dema duyemîn şerê cîahnê de li dijî dagirkirina Japon, Gîap ket nava berxwedanê û di şerê ku li dijî wan hat destpêkirin de ji bo ku şerê gerîla bi rêve bibe hat peywirdarkirin. Di dawiya salên 1946’an de bû wezîrê Komara Demokratîk a Vîetnamê.
FRANSA KIR ÇONGA
Piştî şer, li Çîn Hîndî dîsa hêza xwe berhev kir û li dijî Fransayê di navbera 1947-1954’an de têkoşîn da destpêkirin û General Gîap dîsa pêşeng bû û muhareberya ku serkeftin ji wan re anî wî bi xwe bi rêve dibir. Êrîşa ku fermandarên din plan kiribû, di deqeya dawî de taloq kir û talîmata vekişînê da û ji bo vê biryara xwe digot; biryara herî zor ya jiyana wî bû.
Gîap, darbeya xwe ya dawî ya li hemberî Fransayê li platoya Dîên Bîên Phu xist. Di 13’ê Adara 1954’an de 10 hezar leşkerê Fransayê di vê platoyê de dagir kir û rê li ber Peymana Cenevgreyê ku digot bila Fransa ji Çîn Hîndî derkeve, vekir. Gîap, beşeke mezin a leşkeran li vir berhev kir û Fransa ku ji bo teslîmkirinê dabû zorê.
ÊRÎŞA DAWÎ KU WELAT JI NÛVE ANÎ CEM HEV
Di şerê xwe yê li Vîetnama Başûr de jî, di sala 1969-1972’an de li Rojhilatê Ewropayê ma. Di sala 1972’an de anîn ser baskê leşkerî yê Vîet Mînh û di sala 1975’an de, paytexta Saygon ya Başûrê Vîetnamê xist.
Gîap bi nêzîkatiyaxwe ya lîderê têkoşîna Vîetnamê Ho Chî Mîng ve dihat zanîn û piştî mirina wî di sala 1969’an de, di nava partiyê ve aloziyên siyasî dest pê kir. Gîap di 1976’an de heta ku Bakûr û Başurê Vîetnamê bû yek fermandarî kir û heta sala 1980’ê wezîrê parastinê kir. Di sala 1996’an de cigirê wezîrê aboriyê bû.
YEKANE LEŞKERÊ BI HEYBET YÊ KU FRANSA Û DYA TÊK BIR
Gîap ku di şerên girîng yê azadiya gelê Vîetnamê de cih girt, li dijî Fransa, Japon û Amerîkayê jî şer kir. Gîap li dijî artêşên Fransa û Amerîkayê yekaneş fermandarê ku şer qezenc kibi, di dîrokê de cih girt. Bi salan li dijî Fransayê şer meşand û ji aliyê rayagiştî ve cihekî girîng digirt.
Ligel serkeftina leşkerî di gelek xebatên ku gerîlayên Vîetnamê dikir de cih girt û bandora wî gelek zêde bû. Di şerê Dîên Bîên Phu de bi 250 kesî re artêş Fransayê dagir kir.
Di sala 1960’î de di dema dagirkirina Amerîkayê de xebata herî mezin ya lojîstis a bi navê ‘Riya Ho Chî Mînh’ kir dewrê. Bi saya vê xetê, gerîlayê Vîetnamê, pozîsyonên parastinê yên artêşa Amerîkayê derveyê dewrê hişt.