Fermandarê Burkan El-Firat: Em heta serketinê bi YPG'ê re ne
Fermandarê Burkan El-Firat: Em heta serketinê bi YPG'ê re ne
Fermandarê Burkan El-Firat: Em heta serketinê bi YPG'ê re ne
Ji fermandarên Burkan El-Firat Ebû Leyla da zanîn ku ew ji bo Sûriyeke azad û demokratîk li seranserî Sûriyeyê şerê DAIŞ'ê dikin. Ebû Leyla destnîşan kir ku wan li rex Yekîneyên Parastina Gel derbeyên giran li çeteyan dane û got: "Em ê heta serketinê bi YPG'ê re bin."
Girêdayî mijarê fermandarê leşkerî yê tabûrên Şems El-Şemal ên girêdayî Tugayê Fecir El-Huriyê ku di bin sîwana Navenda Operasyonên Hevbeş a Burkan El-Firat de ye Ebû Leyla ji ANHA'yê re axivî.
Ebû Leyla da zanîn ku ji bo yekîtiya gelê Sûriye û tekoşîna ji bo Sûriyeke demokratîk ku têde jiyana azad, hevbeş a di navbera hemû netewe û pêkhateyan de hebe, ew tevlî navenda Burkan El-Firat bûne.
Ebû Leyla got ku armanc ji şerê wan li rex Yekîneyên Parastina Gel ku li dijî çeteyên DAIŞ''ê tê meşandin, dawîlêanîna 'terorê' û avakirina jiyaneke bi rûmet ji bo gelê herêmê ye.
Fermandarê Şems El-Şemal Ebû Leyla destnîşan kir ku hêzên wan li gelek herêmên Sûriye yên wekî El-Bab, Minbic, Cerablus, Sirrîn, El-Şiyûx û hwd. li dijî DAIŞ'ê şer kirine û li wan herêman her tim bi YPG'ê re di nava kordîneyê de bûn. Ebû Leyla got ku avakirina Burkan El-Firat ji bo kordîneya di navbera wan û YPG'ê roleke mezintir lîst da ku bi yekrêzî li hemberî DAIŞ a ku ji bo şoreşa Sûriye û pêşeroja gelên herêmê xeterî ye, bisekinin.
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ji destpêka avakirina Navenda Operasyonên Hevbeş a Burkan El-Firat ve, hêzên me li herêma Kobanê şerê çeteyan dikin û Yekîneyên Parastin Gel jî gelek piştgirî da me da ku bi hev re li hemberî 'terorê' bisekinin û parastina gelan bikin. Me jî soz da ku ti caran Kobanê bernedin. Em ê heta serketinê li rex Yekîneyên Parastin Gel (YPG) bin."
Fermandarê Şems El-Şemal Ebû Leyla diyar kir ku tevî kêmbûna derfetên madî û leşkerî yên hêzên ku şerê DAIŞ'ê dikin, wan bi yekîtî û hêza vîna xwe karîbû li hemberî DAIŞ'ê bisekinin. Ebû Leyla got: "Ev 2 meh in em di şerên herî giran de bi YPG'ê re ne. Em hînê jî li Kobanê li ber xwe didin. Em bi kalaşnikov û bombeyên destan li hemberî tank û çekên giran û hêzên mezin ên DAIŞ'ê sekinîne."
Fermandarê Leşkerî yê Şems El-Şemal bang li hemû dewletên navneteweyî ku şerê 'terorê' dikin kir, ku bi hemû rêbazan piştgiriya berxwedana Kobanê bikin û çekên giran û cebilxaneyan ji wan re bişînin da ku di demeke nêz de dawiyê li DAIŞ'ê bînin û gelên herêmê biparêzin.
Ebû Leyla her wiha pêwîstiya pêşkêşkirina alîkariyan ji bo welatiyên Kobanê ku koçber bûne anî ziman û ji bo derbasbûna alîkariyan xwest ku deriyên sînor werin vekirin û bi awayekî cidî li rewşa jiyanî ya dijwar ku welatî di bin topbaran û guleyên segvanan de dijîn, were sekinandin.