Fermandara YJA Starê: 15'ê Tebaxê bûyina xwedî vînê û vejînê ye

Fermandara YJA Starê Zozan Çewlik Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, ''15'ê Tebaxê bûyina xwedî vînê ye û vejîn e.''

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik bi peyamekê Cejna Vejînê, Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir. Çewlîk got, ''Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û ji bo têkoşîna me ya azadiyê, rûpeleke nû ye. Bûyina xwedî vînê û vejîn e. ''

Peyama Fermandara Biryara Navendî ya YJA Starê:

''Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêber Apo pîroz dikim. Slav, hezkirin û dilszoyên xwe yên bêdawî pêşkêş dikim.Her wiha di şexsê fermandarê me yê efsanewî hevrê Egîd, Mehsûm Korkmaz de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Pêngava 15'ê Tebaxê li gelê Kurd, li hemû gelê herêmê, hêzên demokratîk, li hemû malbatên şehîdan pîroz dikim. Her wiha hemû berxwedêrên girtîgehê, hemû şervan û milîtanên azadiyê slav dikim û pêngava 15'ê Tebaxê li wan pîroz dikim. Têkoşîna wan a azadiyê de serkeftinê dixwazim.

Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û ji bo têkoşîna me ya azadiyê, rûpeleke nû ye. Bûyina xwedî vînê û vejîn e. Ser fikr û ramanên Rêber Apo, li hember siyaset û pergala dagirkeriyê, a netewperestiyê, li hember dagirkerî û siyaseta wan a înkar û qirkirinê xwedîderketina li hebûna xwe ye.''