Fermandar Egîd li Atînayê hate bîranîn

Fermandarê efsanewî yê gerîlayên Kurdistanê Mahsûm Korkmaz (Egîd) di salvegera 32'an a şehadeta xwe de li paytexta Yewnanîstan Atînayê hate bîranîn.

Navenda Çandê ya Kurdistanê, fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) bi bîr anî. Piştî deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedarên Kurd Metîn Bîngol û Lezgîn Varto axivîn. Bîngol got, "Şehîd Egîd fîşeka destpêkê teqand ku bi wê fîşekê rojên me yên tarî ronî kir. Pêşengê şerê niha, ruhê berxwedanê yê heval Egîd e. Em bi vî ruhî bi ser ket û em ê timî bi ser bikevin."

Lezgîn Varton jî destnîşan kir ku divê dilsoziya Egîd a bi partiyê re, sekna wî bê zanîn û got, "Hevalê Egîd ne tenê bi fermandariya xwe, her wiha bi têkiliya xwe ya hevrêtiyê jî xwe ispat kiribû."