Federasyona Kurd a Swêdê ji bo Efrînê çalakî li dar xist

Federasyona Kurd a Swêdê bi armanca şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û piştevaniya berxwedana Efrînê li Stocholmê çalakiyek li dar xist.

Çalakî saet di 14:00’an li Qada Raoul Wallenberg a li navenda bajêr pêk hat. Di çalakiyê de pankart û dovîzên piştevaniya berxwedana Efrînê dike û dewleta Tirk şermezar dike yên wekî ‘Artêşa Tirk ji Efrînê derbikeve’ , ‘Erdoganê dîktator rawestînin’ , ‘Li Efrînê paqijiya netewî rawestînin’ , ‘Piştgiriyê bide Efrînê’ , ‘Bêdengiyê rakin, demildest bikevin nava tevgerê’ hate hildan.

Serokê Federasyona Kurd a Swêdê Keya İzol diyar kir ku di encama êrîş û bombebarana dewleta Tirk de bi sed hezaran kes  neçar mane warê xwe biterikînin û wiha got; “Îro dilê me li Stockholm, Mahabad, Amed, Qamişlo û Kobanê ji bo gelê Efrînê yê berxwedêr lê dide. Cîhana ji derve li ku ye? hikûmetên ku beriya niha çepik ji têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAIŞ’ê lê dixistin li ku ne? Bêdengmayîna cîhanê li dijî êrîşan cihê şermê ye. Em vê qebûl nakin. Divê em dawî li vê rewşê bînin. Êdî Bes e!.”

İzol herî dawî bang li welatê Swêd û welatên Rojavayî kir ku li dijî dagirkeirya Tirk berpirsyaritya xwe bi cih bînin.

Hunermendê Şanoyê Kemal Görfü got ku dewleta Tirk qanûnên navnetewî binpê kiriye û welatên Rojavayî ku li dijî dagirkeriya Erdogan çavê xwe girtine jî rexne kir û wiha domand; “Armanca Erdoğan ew e ku hemû destkeftiyên Kurdan ji holê rake û êrîşî kantonên li Rojava bike.”

Görgü bang li hemû Kurdistaniyan kir ku ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxisitin zextê li hikûmetan bikin.

Çalakî 2 saetan dom kir û di çalakiyê de axaftinên ku êrîşên dewleta Tirk li ser Bakurê Kurdistan û Efrînê hate teşhîr kirin. Di çalakiyê de stranên Kurdî jî hate lêdan.