Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) der barê komkujiya li Sûriyeyê bi serê Elewiyan de hat, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
'AKP'Ê ÇEK DA DESTÊ QETLÎAMKARAN'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hikûmeta AKP'ê û Serokkomarê Tirk di bin navê 'mûxalefeta Sûriyeyê' de çek daye rêxistinên terorê yên maskeya Îslamê danîne ser rûyê xwe û hat gotin, "(...) Komkujiya xwe ya dawî li hemberî Elewiyan kirine. Baskê Sûriyeyê yê rêxistna terorê ya Îslamî El Qaîde El Nûsra, li başûrê Hatayê li gundê Cireşşûgûr (Cisr El-Şûgûr) bajarê Îdlib ê Sûriyeyê ku bi qasî 5 kîlometreyan dûrî sînorê Tirk e, komkujî kiriye. Ji Elewiyên li gundê Cisr El-Şûgûrê ev çar sal in di bin dorpêçiya rêxistinên terorê yên Îslamî de dijîn, jin-mêr, extiyar-zarok bi qasî 40 canên me yên Elewî bi xwînxwarî hatine qetilkirin. Gundê wan hatiye talankirin û valakirin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Komara Tirkiyeyê û erka dewleta mezhebî ya di bin rêveberiya Erdogan-Davûtoglû de ji komkujiyê berpirsyar in û hat gotin, "Di sedsala 21'an de dîrokê nîşan daye, ku hin rebenên AKP'yî bi twîttên nivîsandî re bi awayekî vekirî ji komkujiyên xwînxwarî yên kujeran re li çepikan xistine. Van rebenan ji mirovahiyê para xwe negirtine."
FEDA'yê destnîşan kir ku ew komkujiyê bi hêrs şermezar dikin û banga hişyariyê li tevahiya raya giştî ya cîhanê, banga têkoşîna hevpar jî li hemû Elewî û hêzên demokratîk kir.