FEDA ji ber vîrûsê hemû çalakiyên xwe betal kir

Federasyona Elewiyên Demokratîk ên Ewropa (FEDA) ji ber pandamî ya Covîd-19 hemû çalakiyên xwe yên li Elmanya betal kir.

Federasyona Elewî yên Demokratîk ên Ewropa (FEDA) di çarçoveya tedbîrên ji vîrûsa Covîd-19 bi daxuyaniyeke nivîskî biryarên nû girtin parve kirin.

FEDA anî ziman ku şewa Covîd-19 ji roja ewilê ku derket di serî de Ewropa û cîhan tehdîd kir, her roja diçe hejmara kesên bi vîrûsê dikeve zêdetir dibin.

FEDA destnîşan kir ku wek sazî di demek wiha girîng de ji bo tedbîrên pêwîst bigirin neçar mane ku ji bo parastina hemû ruhên di bin sêwana saziyên wan de kar dikin biryarên nû girtine.

FEDA ew biryar wiha rêz kirin:

Biryarên têkildarî Kongra 8’an a Asayî ya me ku dihat pilankirin, wê piştre bi detay bê ragihandin.

Wê hemû pilansaziyên me yên li ser esasê girseyî yên Navendên Giştî ya FEDA’yê bên rawestandin.

Panel, gotûbêj û çalakiyên ku dihate pilankirin ku li Dergahên me bên kirin, dîsa ji bo demkî wê civînên bi tevlîbûna girseyî bên taloqkirin, ji aliyê rêveberên em hatiye girtin.